SOMO: Meha borî 6 milyon bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê hat hinartin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) ragihand ku meha borî zêdetirî nêzîkî 6 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinartin û ev petrol li Ewropayê bi bihayekî ji petrola brent bilindtir kiryar dîtiye.

Li gorî daneyên fermî yên SOMOyê Çiriya Pêşîn a 2025an bi giştî 5 milyon û 834 hezar û 486 bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye firotin.

Ev hejmar tê wateya ku di nava mehê de rojane bi awayekî navincî 188 hezar û 221 bermîl petrol hatiye hinartin.

Li gorî amaran, heman mehê 66 milyon û 78 hezar û 192 bermîl petrola navîn a Besrayê (rojane bi navincî 2,13 milyon bermîl) û 38 milyon û 737 hezar û 914 bermîl petrola giran a Besrayê (rojane bi navincî 1,24 milyon bermîl) hatiye hinartin.

Bi hevkariya Herêma Kurdistanê, hinartina giştî ya petrola Îraqê ya meha borî gihişte 110 milyon û 650 hezar û 970 bermîlan.

Meha îlonê ev hejmar 102 milyon û 150 hezar û 362 bermîl bû.

Meha borî petrola Herêma Kurdistanê ji sedî 5,27ê hinartina giştî ya Iraqê pêk anî.

Bihayê wê ji petrola brent derbas bû

Her çend Wezareta Petrolê ya Çraqê hêj dahatên petrolê eşkere nekiribe jî, hûrgiliyên firotina petrola Herêma Kurdistanê bal kişandin.

Hat diyarkirin ku petrola ku bi bihayê petrola Kerkûkê û bi piranî ji bo Ewropayê tê firotin, 2 dolar ji bihayê petrola Brentê zêdetir kiryar dîtiye.

Di demekê de ku bihayê bermîleke petrola brent 64,10 dolar bû, bermîleke petrola Herêma Kurdistanê ya ku ji bo Ewropayê hat hinartin bi 66,10 dolaran hat firotin.

Ev yek di demekê de pêk hat ku cureyên din ên petrola Îraqê di bin bihayê petrola brent de dihatin firotin.

Peymana Hewlêr-Bexdayê

Piştî rawestanekê ya 2 sal û nîvan, hinartina petrola Herêma Kurdistanê îsal 17ê Îlonê ji nû ve dest pê kiribû.

Li gorî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl petrol radestî SOMOyê dike û 50 hezar bermîlan jî ji bo xerckirina navxweyî dihêle.