Hewlêr (Rûdaw) – Pisporê Jeolojiyê (erdnasî) Dr. Bewer Xinsî got, di demekê kurt de Herêma Kurdistanê dê ji gaza siruştî 27 milyar dolar qezenc bike.
Pisporê Jeolojiyê Dr. Bewer Xinsî ji Rûdawê re diyar kir, Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku heya sala 2019an salane 20 milyar mîtresêca gaza sirûştî bişîne bazarên cîhanê.
Dr. Bewer Xinsî amaje kir piştî krîza di navbera Rûsya û Tirkiyê de ew yek dikare ji bo Başûrê Kurdistanê bibe derfetekê nû wiha got: “Tirkiye ji niha pê ve ji bo dabînkirina gaza siruût li alternateveke digere. Serdana Erdogan a bo Katarê û serdana Davutoglu ya bo Azerbaycanê ev yek da xuyanidin. Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê şansek baş e.”
Pisporê kurd diyar kir Herêma Kurdistanê dê ji dahatên gaza siruştî salane 27 milyar dolar qezenc bike.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî li Stenbolê ya Tirkiyeyê beşdarî 7eyemîn Foruma Aborî û Enerjiyê bibû û gotibû, dê di sala 2016an de 20 milyar mîtresêca gaza sirûştî hinardeye bazarên cîhanê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse