Zêr daye pey zîv: Çav li Banka Navendî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro aram ma û onseke wî bi nêzîkî 4 hezar û 200 dolaran hat kirîn û firotin.
Amarên têkildarî hejmara peydakirina derfetên kar ên li Amerîkayê ku roja çarşemê hatin belavkirin, hêviyên kêmkirina faîzê ya meha bê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ve zêde kirine.
Roja çarşemê bihayê zêr gihiştibû heta 4 hezar û 241 dolaran.
Zêr îro di peymanên paşerojê de derket 4 hezar û 230 dolarî.
Dihat çaverêkirin meha 11an hejmara derfetên nû yên kar li gorî meha 10an bi qasî 10 hezaran zêdetir bibin lê derket holê ku 32 hezar derfetên kar kêm bûne.
Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya RJO Futuresê Bob Haberkorn li ser mijarê got:
"Van rojan bihayê zêr bi dûv bihayê zîv ketiye û bilindbûna bihayê zîv, bihayê zêr jî ber bi bilindbûnê ve han daye."
Haberkorn dibêje, zêdebûna daxwaza ji bo kirîna zîv, bihayê zêr jî di asteke bilind de hiştiye.
Li gorî pîvana FedWatchê, şansê daxistina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve derketiye ji sedî 89an.
Daxistina faîzê alîkariya bilindbûna bihayê zêr û madenên din dike.