Zîv daket lê berê wî li jor e

Hewlêr (Rûdaw) - Borsayên zîv tenê di rojekê de nêzîkî 200 tonan zîv kirîn.

Îro bihayê zîv hinekî daket lê ji serê salê ve rekoreke mezin şikandiye.

Bihayê onseke zîv îro 33 sentan daket û bi 58,14 dolaran miamele pê hat kirin.

Niha kîloya zîv bi hezar û 869 dolaran e.

Doh êvarê bihayê onseke zîv gihiştibû 58,95 dolaran ku ev di dîrokê de asta herî bilind bû.

Ji serê salê ve heta niha, bihayê zîv ji sedî 101 zêde bûye.

Li gorî amarên Ajansa Bloombergê, ji ber daxwaza zêde, tenê sêşemê borsayên zîv 200 ton zîv kirîne.

Niha miqdara zîv di nava wan borsayan de di asta herî bilind a piştî sala 2022yan de ye.

Bazarên cîhanê pêşbînî dikin ku çarşema bê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed), rêjeya faîzê bi qasî 25 xalên bingehîn kêm bike.

Bazar her wiha pêşbînî dikin ku li Amerîkayê sala bê sê caran û her carê bi qasî 25 xalên din faîza bankê were kêmkirin.

Ev yek jî piştgiriyeke xurt e ji bo bilindbûna bihayê madenên giranbiha ku zîv jî di nav wan de ye.