Tê pêşbînîkirin îsal berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê zêdetir bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Petroleum Economist a Brîtanî, pêşbînî kiriye, ku di sala 2019an de, Herêma Kurdistanê rojane bi qasî 100 hezra bermîlan berhemanîna nefta xwe zêde bike.
Li gor wê kovarê, her du kompaniyên Gulf Keystone û Taqe yên Îmaratê, ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, dê asta berhemanîna petrola xwe li Kurdistanê bi qasî 20 hezar bermîlan zêde bikin.
Kovara Petroleum Economist daye xuyakirin, kompaniya Gazprom a Rûsî jî ku di weberhênan di sektora petrol û gaz a Herêma Kurdistanê de kiriye, berhemanîna xwe li herêmê du qat zêde kiriye, û rojane 21 hezar bermîlên petrolê berhem tîne.
Li gorî rapora wê kovara aborî ya Brîtanî, hebûna Rosnefta Rûsî jî dê pêgeha Herêma Kurdistanê bihêz bike, bi taybetî ku niha cezayên Amerîka li ser Îranê hene.