Onsa zîv ji 92 dolaran daket 75 dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi vebûna bazarên Asyayê re, bihayê onseke zîv 13 dolaran ango ji sedî 14,50 daket û ons bi 75,50 dolaran hat kirîn û firotin.

Niha li bazarên cîhanê kîloya zîv bi 2 hezar û 437 dolaran e.

Doh êvarî onsa zîv asta 92 dolaran derbas kiribû û du roj bûn li ser hev biha dibû.

Divê were gotin ku metalên din ên biqîmet jî rûbirûyî pêleke nû ya firotin û nearamiyê bûne.

Pisporên aboriyê dibêjin, hinek kiriyar li benda daketina bihayan in da ku bikirin lê nayê pêşbînîkirin ku ev daketin di demeke nêzîk de raweste.

Sedema sereke ya vê daketinê bihêzbûna dolarê Amerîkî ye.

Namzedkirina Kevin Warsh a ji bo Serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) bandor li vê yekê kir.

Warsh di siyaseta diravî de wekî kesekî "tund" tê naskirin û vê yekê fikar li cem bazirgan û veberhêneran çêkiriye.

Tê pêşbînîkirin ku ew di kêmkirina rêjeya faîzê de hêdî gavan biavêje.

Ji bilî sedemên aborî, rewşa siyasî ya cîhanê jî bandor li daketina bihayê zîv kiriye.

Piştî ku Amerîka û Îranê biryar da ku roja înê gera nû ya dan û standinan bidin destpêkirin, aloziyên jeopolîtîk heta astekê kêm bûne.

Her çi qasî Tehran dixwaze dan û standin tenê di çarçoveya bernameya wê ya nukleer de bin jî Washington dixwaze mijara mûşekên balîstîk, piştgiriya komên çekdar ên li herêmê û dosyeya mafên mirovan jî têxin rojevê.

Vê hêwirînê wiha kiriye ku eleqeya ji bo metalên biqîmet a bi rengê "stargeha ewle" kêm bibe.