Petrol erzan bû, çav li Umanê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro erzan bû.

Piştî ku Îran û Amerîkayê li hev kir ku roja înê li Umanê li ser pirsgirêkên navbera xwe, bi taybetî jî li ser pirsgirêka nukleer a Îranê dan û standinan bikin ev erzanbûn pêk hat.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur dolarekî daket û bi 68 dolar û 47 sentan hat firotin.

Bihayê bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 91 sentan daket û bi 64 dolar û 23 sentan hat firotin.

Roja çarşemê bihayên petrolê bi rêjeya ji sedî 3 bilind bûbûn.

Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê ragihand, pêkhatina dan û standinan a di navbera Îran û Amerîkayê de tirsên bazara petrolê kêm kirine.