DÎLOK - Meha sibatê bi bihayê 803 milyon dolaran hinarde hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, meha sibata îsal bi bihayê 803 milyon û 790 hezar dolaran hinarde hat kirin.
Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, meha Sibata 2025an bi bihayê 803 milyon û 790 hezar dolaran kelûpel hinarde kirine.
Adnan Unverdi da zanîn ku Dîlok li ser asta Tirkiyeyê 6emîn bajarê ku herî zêde hinarde kiriye.
“Divê em bazarên xwe ji dest nedin”
Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê wiha got:
“Enflasyona salane 9 meh in li ser hev dadikeve û ev cihê kêfxweşiyê ye.
Lê ji bo çalakbûna pîşesazî û aboriyê divê hinarde zindî bê girtin.
Di demeke ku li asta gerdûnî bêdengiyek heye, şerên aboriyê zêde bûne û rewşeke nezelal heye, divê em bazarên xwe ji dest nedin û karibin rikeberiya rikeberên xwe bikin.”