Onsa zîv bi 85 dolaran e

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zîv îro gihişt 85 dolaran.

Bilindbûna bihayê zîv bi tundbûna şerê Îranê û daketina bihayê dolar re hevdem e.

Şerê Îranê îro kete roja şeşan û egera wê heye ku hîn tundtir bibe.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ragihand ku wan di şer de gelek cureyên çekên nû cara ewil ceribandine.

Amerîka dibêje ku ew hewla vekirina rêya avî ya Kendavê didin û dê Tengava Hurmuzê vekin.

Vê yekê dilgiraniyên li ser bilindbûna enflasyonê yên ji ber bilindbûna bihayê petrolê kêm kirine.

Bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê bûye sedema dilgiraniyê ku dê bibe sedema bilindbûna enflasyonê.

Ev yek bandorê li siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê jî dike û tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de faîzê kêm neke.