Keştî asê dimînin, petrol biha dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Girtina Tengava Hurmuzê bûye sedema kêmbûna hilberîna petrolê ya ji aliyê welatên Kendavê ve û vê yekê jî petrol biha kiriye.
Bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur, îro dolar û 67 sentan, ango bi rêjeya ji sedî 2yan bilind bû û bi 83 dolar û 7 sentan hat firotin.
Bihayê bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolar û 96 sentan bilind bû û gihişt 76 dolar û 60 sentan.
Girtina Tengava Hurmuzê û sekinîna hat û çûyîna keştiyên petrolê, hilberînerên petrolê yên Kendavê neçar kirin ku asta hilberîna petrola xwe kêm bikin.
Îraqê hilberîn kêm kir
Îraqê hilberîna petrolê rojane daxistiye 1,5 milyon bermîlan.
Qeterê jî ragihand, dibe ku çakkirina dezgehên wan ên gazê zêdetirî mehekê biajo.
Îranê gef xwariye ku ew dê her keştiya petrolê ya bêyî erêkirina wan di Tengava Hurmuzê re derbas bibe bikin armanc.
Keştiyên asêmayî
Li aliyê din Banka JP Morganê ragihand ku nêzîkî 329 keştiyên petrolê li Kendavê asê mane.