Bandora şerê li Îranê ya li ser geştyariyê: Bazar sist bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirên Komeleya Mêvangeh û Xwaringehên Kurdistanê yên li Silêmanî û Hewlêrê wan nûçeyan red dikin ku dibêjin ji ber kêmbûna gaza şil (LPG) xwaringeh hatine girtin yan jî xwarin biha bûye lê belê ew didin zanîn ku li Hewlêrê bazara xwaringehan sist bûye.

Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Komeleya Mêvangeh û Xwaringehên Kurdistanê Mehmûd Towfîq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber bihabûna gaza şil ti xwaringeh yan jî cihên geştyariyê nehatine girtin û di bihayan de jî guherîn çênebûye.

Mehmûd Towfîq her wiha got:

“Em mijûlî wê yekê ne ku çar berpirsên dabeşkirina gazê tenê gazê ji bo xwaringehan dabîn bikin.

Em dê di çend rojên bê de vê mijarê çareser bikin.

Ji ber ku nabe xwaringehek zêdetirî 25 hezar dînarî bide tûpa gazê û di heman demê de bihayê xwarinê jî zêde neke.”

Karê xwaringehan ji sedî 35 kêm bûye

Ji ber şerê li Îranê, hilberîna gazê li Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Ji ber vê yekê bihayê tûpa gazê gihîştibû heta 35 hezar dînarî.

Rojane li gelek deveran xelk ji bo wergirtina gazê dikevin dorê.

Cîgirê Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komeleya Mêvangeh û Xwaringehên Kurdistanê Şukir Ezîz jî ji Rûdawê re diyar kir ku li Hewlêrê jî bihabûn nîne û ti xwaringeh ji ber wê sedemê nehatine girtin.

Şukir Ezîz da zanîn ku niha bi awayekî giştî û bi taybetî jî karê wan xwaringehên ku destûra wan a geştyariyê heye ji sedî 35 kêm bûye.

Wî destnîşan kir ku her çend hinek pêdivî biha bûbin jî lê wan xwarin biha nekirine.

Bandora şer a li ser geştyariyê

Ji ber vê rewşê, tevî ku hewa xweş e jî, îsal hatina geştyaran li gorî salên borî kêm bûye.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û bandoreke mezin li herêmê û cîhanê kir.

Yek ji bandorên vî şerî jî ew e ku tûpa gaza malan ji derdora 8 hezar û 500 dînarî derketiye zêdetirî 25 hezar dînarî.