Enflasyona nîsanê eşkere bû: Du encamên gelekî ji hev cuda
Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona nîsanê, bi rêjeya ji sedî 3 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 37,86an.
Her wiha ENAGê eşkere kir ku rêjeya enflasyona nîsanê ji sedî 4,46 e û ya salane gihiştiye ji sedî 73,88an.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên Nîsana 2025an û ya salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gorî amarên saziya TUIKê ya dewletê enflasyona meha nîsanê ji sedî 3 ye û ya salane ji sedî 37,86 e.
Lê belê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe, enflasyona meha nîsanê ji sedî 4,46 e û ya salane jî ji sedî 73,88 e.
Li gorî amarên TUIKê, meha Nîsana 2025an li gorî heman meha sala borî herî kêm bi rêjeya ji sedî 16,92yan bihayên cil û bergan zêde bûne.
Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 79,2yan bihayên sektora perwerdeyê zêde bûne.