Tevî dorpêçên Amerîkayê Bexda hîn jî girêdayî gaza Îranê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî dorpêç û zextên ku ji aliyê Amerîkayê ve tên sepandin, Îraq hîn gaz û elektrîkê ji Îranê vediguhêzin dike.

Rayedarên Bexdayê diyar dikin ku eger ev veguhestin were rawestandin dê welat bikeve nava tarîtiyê.

Hikûmeta Îraqê, pêşniyara xwe ya ku li şûna dolarên Amerîkî pêdiviyên bingehîn bide dubare kir.

“Qutkirina gazê dê hilberîna elektrîkê bisekinîne”

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezaretiya Îraqê Nebîl Mersûmî di daxuyaniya xwe de got:

"Dorpêçên Amerîkayê yên li dijî hinartina gaz û elektrîkê ji Îranê, di rastiyê de armanc dikin ku pêşî li dayina dolarên Amerîkî ji Îranê bigirin.

Lê belê ev pêvajo berdewam dike çimkî qutkirina gazê dê hilberîna elektrîkê bisekinîne."

Nebîl Mersûmî diyar kir ku pêşniyara Îraqê ew e ku li şûna dayina dolaran ji Îranê re, kel û pelên din bên dayîn lê heta niha Amerîkayê ev pêşniyar qebûl nekiriye.

Îraqê hawirdeya gazê ya ji Îranê kêm kiriye

Îraqê hawirdeya gazê ya ji Îranê kêm kiriye û vê yekê Îran tirsandiye.

Lê belê rayedarên Bexdayê kêmbûna kirîna gazê wekî sedemeke teknîkî nîşan dide ne  wekî sedemeke siyasî.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa jî di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de got:

"Hawirdeya gazê ya ji Îranê hîn jî didome. Kêmbûnek heye lê rayedarên Îranî destnîşan dikin ku ev yek ji ber karên teknîkî yên çaksaziyê ye.

Gaza ku berê nêzîkî 30 milyon metrekuban dihat, niha daketiye heta 20 milyon metrekubanj."

Îraq deyndarê Îranê ye

Her çi qas rêjya fermî neyên ragihandin jî  tê gotin ku Îraq ji ber gaz û elektrîka ku ji Îranê werdigire di navbera 9 û 11 milyar dolaran de deyndarê wî welatî ye.

Hikûmeta Îraqê qebûl dike ku dê heta sala 2028an bi gaza Îranê ve girêdayî be.

Ev hinartina gazê ji bo hilberîn û peydakirina elektrîkê gelekî girîng e.