Dolar bilind dibe, zêr sînordar dimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 540 dolaran tê kirîn û firotin.

Bihayê zêr îro bi bilindbûnê dest pê kir.

Doh bihayê zêr daketibû asta herî nizm a meha borî.

Tevî vê yekê jî bilindbûna bihayê zêr a îro sînordar e.

Sedema vê sînordarbûnê bihabûna petrolê ye ku metirsiyên enflasyonê zindî hiştine.

Zêr gihîşt 4 hezar û 541 dolaran

Bihayê zêr îro ji sedî 0,5 bilind bû û onsa zêr gihîşt 4 hezar û 541 dolaran.

Bihayê zêr di girtina pêştir a bazarê de ji sedî 2 daketibû.

Ev jî ji 31ê Adarê ve asta herî nizm bû.

Bandora petrolê û dolarê Amerîkî

Analîstê şirketa şêwirmediyê ya Tastyliveyê Ilya Spivak li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

"Bihayê zêr di çarçoveyeke sînordar de tê kirîn û firotin."

Bermîla petrola brent bi zêdetirî 113 dolaran tê kirîn û firotin.

Ev yek bûye sedema bilindbûna bihayê dolarê Amerîkî li hemberî diravên din.

Vê bilindbûnê jî zerer daye bihayê zêr.

Bazirgan heta radeyeke zêde egera kêmkirina rêjeya faîza bankê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve ji bo îsal dûr dibînin.

Vê rewşê wisa kiriye ku dolar di asteke bilind de bimîne.

Ji ber vê yekê jî zehmet e bihayê zêr zêde bibe.