Keştiya 6emîn li Behra Spî rê ket

05-08-2014
RÛDAW
Nîşan Petrol
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw)- Keştiya 6emîn a bi navê "M/T Phoenixan" a ku dê 260 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê bibe bazara navnetewî li Behra Spî ye.

Li gorî nûçeya Deniz Haber Ajansiyê, keştiya 6emîn a bi navê "M/T Phoenixan" a ku 260 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê bibe bazara navneteweyî ji bendera Ceyhan a Tirkiyeyê bi rê ket. 

Derbarê rêya ku keştî dê bi karbîne û cihê ku dê here de agahî nehat standin. 

Heta niha ji 6 keştiyan yekê barê xwe gihande cihê ku biçe, 5 keştî jî hêj li ser behrê bêyî ku barên xwe danin diçin û tên.

Di vê navberê de ji Herêma Kurdistanê hinartina petrolê cardin dest pê kir. 

Li Ceyhanê depoya ku ji bo 2,6 milyon bermîlan tije bûbû hinartina petrolê hatibû sekinandin. Lê roja yekşemê hinartinê cardin dest pê kir. 

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku rojane 75 hezar bermîl tê hinartin.

Beriya çend rojan hatibû îdiakirin ku keştiya 6emîn, petrola Herêma Kurdistanê bar kiriye ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi rê ketiye.

 
Medyaya Tirkiyeyê ragihandibû ku, 6emîn keştiya hilgirê petrola Herêma Kurdistanê ya bi navê Minerva Joy dê 11ê Tebaxê dê bigihîje bendera Paulsboro ya New Jerseyê ya Amerîkayê.
 

5emîn keştiya petrola Kurdistanê bi navê Kamari 1ê Tebaxe bi rê ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst