Iraq petrola Kerkûkê hinardeyî Urdinê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê rojane nêzîkî 9,000 bermîlên petrolê hinardeyê welatê Urdinê dike. Urdinê ragihandiye, di sala bihorî de 261 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi nirxekî erzantir ji bazarê hawirde kiriye.
Wezîra Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Urdinê, Hale Zewatî ragihand, welatê wê di Tebaxa îsal de bi giştî rojane 8,400 bermîlên petrolê ji Iraqê hawirde kiriye.
Hale Zewatî diyar kiriye, ji ber rêkarên taybet ên herdu welatan ên ji bo kontrolkirina vîrusa Koronayê, tankerên iraqî yên ku petrola Kerkûkê bo U\rdinê vediguhastin, neçar bûne li navçeya azad a bazirganiyê ya di navbera herdu welatan de barê xwe yê petrolê vala bikin û ji wir ve ew petrol bi rêya tankerên Urdinî bo nav welat hatiye veguhastin.
Zewatî herwiha ragihandiye, 888 tankeran petrol di navbera Iraq û Urdinê de veguhastine.
Wezîra Urdinî aşkere jî kiriye, ji 31ê Tebaxa 2019 heta 31ê Tîrmeha îsal hikûmeta Iraqê du milyon û 705 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi rêya 10 hezar û 268 tankeran ji santrala Bêcî ve bo kompanyaya przûtina petrola Urdinê li Zerqayê veguhastine.
Li gor rêkeftineke navbera hikûmetên Iraq û Urdinê, Iraq rojane nêzîkî 10 hezr bermîl ji petrola Kerkûkê bi nirxekî ku 16 dolaran ji nirxê petrola Brent kêmtir be, difiroşe Urdinê.
Ew rêjeya petrolê ku Iraq ji Kerkûkê ve hinardeyî Urdinê dike, ji sedî 7ê pêwîstiya wî welatî bi petrola xav dabîn dike.
Ji ber belavûna vîrusa Koronayê û rêkarên taybet bi qedexeya çûn û hatinê, di meha Hezîran a îsal de hinardekirina petrola Kerkûkê bo Urdinê bi qasî heftiyekê hatibû rawestandin.
Kerkûk ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve di kontrola hêzên ser bi hikûemta navendî ya Iraqê de ye.