Bitcoin difire û ranaweste: Dîsa rekor!

Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin bi ser 125 hezar û 700 dolarî ket û rekoreke nû ya dîrokî tomar kir.

Bitcoin (BTC) di dîroka xwe ya 17 salan de gihişt asta herî bilind û benda 125 hezar dolaran derbas kir.

Li gorî amarên CoinMarketCapê, bihayê Bitcoinê heta 125 hezar û 559,21 dolaran bilind bû û di 24 saetên dawî de qebareya dan û standinê nêzîkî 50 milyar dolarî hat tomarkirin.

Di dema bihabûnê de, bi zexta kirînê ya veberhêneran re di nava saetekê de nêzîkî 100 milyon dolar pozîsyonên "short" hatin tasfiyekirin.

Analîst diyar dikin ku şert û mercên makroaborî yên guncav û zêdebûna eleqeya veberhênerên sazûmanî di performansa bihêz a îsal a Bitcoinê de roleke diyarker lîstiye.

Destpêka hefteyê li piyaseyê nîşanên rawestaneke demkurt hatibûn dîtin lê pispor pêşbînî dikin ku daxwaza ji bo Bitcoinê dê bi berdewamî zêde bibe.