Tofan li Bitcoinê rabûye û hema erzan dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê her Bitcoinê îro 500 dolarî bilind bû û gihişt 102 hezar û 100 dolaran lê ev li ber xisarên wê ne tiştek e.
Doh bihayê her Bitcoinê 8 hezar û 290 dolaran daket û ji 107 hezar û 250 dolaran daket binê 100 hezar dolarî û tewr asta 98 hezar û 954 dolaran dît.
Ev ji 23yê Hezîrana îsal ve asta herî nizm a Bitcoinê ye.
Daketina bihayê Bitcoinê di demekê de ye ku pereyên dijîtal rûbirûyî pêleke mezin a firotinê bûne.
Tenê doh, ji ber daketina bihayê Bitcoin û pereyên dijîtal ên din, veberhêneran milyarek û 400 milyon dolar zerer kir.
Berdewamiya girtina deriyê hikûmeta Amerîkayê, nezelaliya di siyaseta diravî de û bilindbûna bihayê dolar, sedemên sereke yên daketina bihayê Bitcoin û pereyên dijîtal in.
Bihayê Ethereumê (duyem pereyê dijîtal ê herî mezin) îro 50 dolarî bilind bû û bi 3 hezar û 340 dolaran e.
Ethereum doh ji 3 hezar û 650 dolaran daketibû asta 3 hezar û 107 dolaran.