JP Morgan: Li Tirkiyê enflasyon %50 derbas dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Banka JP Morgan a Amerîkî, tê pêşbînîkirin ku li Tirkiyê enflasyon meha Gulana 2022ê bigihe %55an û meha Mijdara 2022ê jî bibe %50.

Piştî enflasyona salane li Tirkiyê rekora 19 salên dawî derbas kir û gihişte %36.8an, Banka JP Morgan a Amerîkî derbarê aboriya Tirkiyê de pêşbîniyên xwe eşkere kirin.

Banka JP Morgan, pêşbîniyên xwe yên derbarê enflasyona li Tirkiyê de nû kirin û ragihand, tê pêşbînîkirin li Tirkiyê enflasyon meha Gulana 2022ê bigihe %55an, meha Mijdara 2022ê bibe %50 û dawiya sala 2022an jî dakeve asta %35an. JP Morganê bo dawiya sala 2023an jî ji bo enflasyonê pêşbîniya %15an kir.

JP Morganê di rapora xwe de bo Banka Navendî ya Tirkiyê jî got: “Em nîşanên poşmaniyê yên rêveberan nabînin û ji ber vê em bawer nakin di mehên bê de siyaseta pereyan a tund bê meşandin. Ji bo Banka Navendî jî bêhtir berfirehbûna pereyan ji rastiyan dûr e.”