Hawirdekirina şîr zerarê dighîne projeyên Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Hawirdekirina şîr ji derveyî Başûrê Kurdistanê zerareke zêde dighîne projeyên berhemê şîrê xwemalî. Xwediyên projeyên bixwedîkirina çêlekên şîr jî dibêjin ku ji ber hawirdekirina şîrê toz zerar û ziyaneke zêde gehiştiye wan.
Li gor xwediyê projeya bixwedîkirina çêlekên şîr Mihemed Emîn Fayiq, ji ber nebûna bazarê neçar bûye nîvê çêlekên xwe bifroşe.
Mihemed Emîn wiha dibêje: “Ji kîloyek şîr 850 gram mast tê çêkirin û yê din jî dibe hilm. Ji kîloyek şîrê toz jî 6 kîlo mast tê çêkirin, loma mastê wan ji yê me tundtir e.”
Li Başûrê Kurdistanê salane 470 hezar ton şîr tê vexwarin. Ji vê rêjeyê tenê 270 hezar ton şîr li Kurdistanê tê berhemanîn.
Li Kurdistanê 62 projeyên bixwedîkirina çêlekên şîr hene, hejmara çêlekên hemûyan jî 22 hezar e. Piraniya çêlekên Kurdistanê du rengî ne û çêlekên resen kêm in, lewra jî wek pêwist şîrê wan nine.
Çêlekeke resen rojane 35 kîlo şîr dide û yên din 10 kîlo. Di warê zanistî de kêmasiyên van projeyên heyî jî sedemeke din e ku berhemê şîrê navxwe kêm be. Herçiqas li Başûrê Kurdistanê rêjeya vexwarina şîr ne di asteke nizim de ye, lê dîsan jî berhemê navxweyî-xwemalî kêm e.