Şerê Îranê bandor li bazarên Herêma Kurdistanê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê didome û ji ber vê yekê li Herêma Kurdistanê bihayê keskahiyê (sebze) ji sedî 100 zêde bûye.

Her wiha bihayê benzînê zêde bûye, qîmetê dînar daketiye û dahata deriyên sînorî daketiye nîviyê.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji xeynî avêtina mûşek û dronan a ji aliyê Îran û komên çekdar ên Îraqî ve, li Herêma Kurdistanê bi bandora şer bihayê kel û pelan zêde bûye.

Serokê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman got:

"Em rêyên alternatîv ji bo hawirdekirinê bi kar tînin û pêdivî bi dilgiraniyê nîne."

Bihayê keskahiyê ji sedî 100 zêde bûye

Îranê ji ber şer hinartina sebze û fêkî rawestandiye.

Berpirsên kargehên sebze û fêkî yên li Silêmanî û Hewlêrê didin zanîn ku ji ber biryara Îranê bihayê hinek sebzeyan zêdetirî ji sedî 100 zêde bûye.

Berpirsê Sendîkaya Elweya Silêmaniyê Serwer Elî ji Rûdawê re got:

"Îranê hinartina hemû berhemên sebze û fêkî rawestandiye û ji ber vê yekê biha gelekî zêde bûye."

Serwer Elî mînakên çend berhemên çandiniyê wiha rêz kirin:

Kartol: Kîloya kartolan beriya şer bi 400 dînarî bû, niha bûye 800 dînar. (Bi 1250 dînarî digihe destê welatiyan).

Xeyar: Kîloya xeyaran beriya şer bi 750 dînarî bû, niha bûye 1110 dînar. (Bi 1750 dînarî digihe destê welatiyan).

Pîvaz: Kîloya pîvazan beriya şer bi 250 dînarî bû, niha bûye 1000 dînar. (Bi 1250-1500 dînarî digihe destê welatiyan).

Serwer Elî diyar kir, ew berhemên ku hene û biha bûne berhemên Îranê ne û di depoyan de mane û "Niha Îran tiştekî nayîne."

Serwer Elî derbarê rêya alternatîv jî got, "Dikarin ji Tirkiyeyê bînin lê bihayê wan giran dibe."

Elî destnîşan kir ku dema kartolên Germiyanê hatiye û bi giştî Herêma Kurdistanê ber bi demsala germê û gihiştina berhemên navxwe ve diçe, lewma nayê pêşbînîkirin ku biha zêdetir bibe.

Serokê Encumena Elweya Hewlêrê Receb Hacî Ezîz jî ji Rûdawê re got:

"Kîloya pîvazan berê bi 300 dînarî bû niha bûye 800 dînar, xeyar 600 dînar bû niha bûye 1100 dînar, îsot 700 dînar bû niha bûye 1500 dînar."

Ew bihayên ku Receb Hacî Ezîz behsa wan dike bihayê borseyê ne û ji bo welatiyan nêzîkî 500 dînarî diçe ser her kîloyê.

Ezîz got, "Hemû berhemên ku biha bûne yên Îranê ne çimkî niha nayên hawirdekirin."

Benzîn jî biha bû

Her bi bandora şerê li herêmê, li Herêma Kurdistanê bihayê benzînê bilind bû û nêzîkî 50 dînar çû ser lîtreyekê.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, îro bihayê lîtreya benzîna nîştimanî ya bikalîte li Hewlêrê di navbera 850 û 900 dînarî de ye û li Silêmaniyê lîtreyek bi 925 dînarî ye.

Beriya şer, lîtreya heman cureyê benzînê li Hewlêrê 800-825 dînar û li Silêmaniyê 875 dînar bû.

Qaymeqamê bi wekalet ê Silêmaniyê Fazil Omer ji Rûdawê re got:

"Agahiya me ji bihabûna benzînê heye ku sedem şerê li herêmê ye û benzîn ji çavkaniyê ve biha bûye."

Serokê Encumena Benzînxaneyên Hewlêrê Cengî Mecîd jî got:

"Benzîna bazirganiyê hinekî biha bûye lê bandorê nake çimkî benzîna hikûmetê zêde tê belavkirin û xelk dikare ya bazirganî nekire."

Cengî Mecîd da zanîn ku îro li 47 benzînxaneyên Hewlêrê benzîn bi 750 dînarî tê belavkirin û kalîteya wê bilind e û qerebalixî li benzînxaneyan nemaye.

Qîmetê dînar daket

Piraniya pêdiviyan li Herêma Kurdistanê ji derve û bi dolaran tê hawirdekirin.

Li gorî beriya şer, qîmetê dînar daketiye û ev jî bandorê li bihayê kel û pelan dike.

Serokê Encumena Bazara Pevguhertina Diravan a Hewlêrê Hacî Sabîr Bawacî ji Rûdawê re got:

"Doh heta girtina bazarê 100 dolar bi 156 hezar dînarî dihat firotin."

Beriya şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê, qîmetê dînar bilindtir bû û 100 dolar di navbera 152 û 153 hezar dînaran de bû.

Dan û standina bazirganî kêm bûye

Ji ber şer, ev pênc roj in piraniya deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de girtî ne.

Serokê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman îro ji Rûdawê re got:

"Beriya şer dan û standina bazirganî ya Herêma Kurdistanê û Îranê rojane zêdetirî 10 milyon dolarî bû, niha ji ber girtina deriyan daketiye nîvî."

Bi kêmbûna dan û standina bazirganî ya li deriyan, dahata gumrikê ya deriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî daketiye nîvî.

Li gorî gotina Mistefa Şêx Ebdulrehman, niha rojane 500 barhilgir kel û pelan di ser Deriyê Sînorî yê Başmaxê yê li parêzgeha Silêmaniyê re derbasî Herêma Kurdistanê dikin.

Mistefa Şêx Ebdulrehman got: "Ti pêdivî nake xelk bitirse û bikeve nav diltengiyê çimkî herî kêm xwarin û pêdivî ji Îranê dihatin hawirdekirin û yên din ji welatên din bûn.

Niha jî hawirdekirina bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl berdewam dike."

Deriyê Îbrahîm Xelîl ê li parêzgeha Dihokê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hev ve girê dide.

Mistefa Şêx Ebdulrehman destnîşan kir, "Niha li Îbrahîm Xelîl û Başmaxê hawirde ew qasî zêde bûye ku girtina deriyên din ên Îranê telafî dike."