Lîreyê Tirkî dihele, dolar 44 lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li bazara serbest a Stenbolê rekoreke nû şikand û 44 lîreyê Tirkî derbas kir.

Li bazara serbest a Stenbolê dolar bi bilindbûnê dest bi rojê kir.

Dolarekî asta 44 lîreyan derbas kir û lûtkeya xwe ya dîrokî nû kir.

Euro jî bi bêhtirî 51 lîreyan re tê kirîn û firotin.

Amarên destpêka rojê

Li bazara serbest dolar bi 44,0710 lîreyan tê kirîn û bi 44,0730 lîreyan tê firotin.

Euro jî bi 51,2070 lîreyan tê kirîn û bi 51,2090 lîreyan tê firotin.

Doh bihayê firotina dolar 43,9980 lîre û bihayê firotina euro jî 51,1575 lîre bû.

Piştî 4 rojan lûtkeya nû

Dolarê ku li dû zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn meyla xwe ya bilindbûnê didomîne, piştî çar rojan derket 44,0780 lîreyan û gihişt asta herî bilind a hemû deman.