Petrol îro jî erzan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku li gel Îranê îhtimala peymanekê heye, bihayê petrolê du roj in li pey hev dadikeve.
Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 52 sentan daket û bermîla wê bi 108 dolar û 35 sentan hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî dolarek û 50 sentan daket û bermîla wê bi 100 dolar û 77 sentan hat firotin.
Geşbîniya ji bo vebûna Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê îro eşkere kiribû ku li gel Îranê îhtimala peymaneke giştgir heye.
Vê yekê wiha kir ku bazirgan bi geşbîniyê li vebûna Tengava Hurmizê û binêrin û pêşbînî bikin ku zêdetir petrol bigihe bazaran.
Amarên embarên petrolê yên Amerîkayê
Li gorî amarên Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê, qebareya petrol û sotemeniya ku li Amerîkayê hatiye embarkirin sê hefte ne li pey hev kêm dibe.
Enstîtuyê ragihand ku hefteya borî, embarên petrola xav 8,1 milyon bermîlan û embarên benzînê jî 6,1 milyon bermîlan kêm bûne.