Hêviya agirbestê zêr biha kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vekirina bazarên Asyayê, bi rêjeya nêzîkî ji sedî 2yan zêde bû.

Daketina bihayê petrol û daketina dolarê Amerîkî sedemên zêdebûna bihayê zêr in.

Îro onsa zêr bi rêjeya ji sedî 1,8an zêde bû û bi 4 hezar û 644 dolarî dan û standin pê hat kirin.

Bihayê zêr ji bo peymanên paşerojê jî xwe li 4 hezar û 650 dolaran da.

Operasyon bi demkî hat rawestandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje pê kir ku wî operasyona parastina keştiyan bi awayekî demkî rawestandiye.

Trump diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku di dan û standinên bi Îranê re pêşketin çêbûne.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Oandayê Kelvin Wong ev mijar nirxand û got:

"Bihayê petrolê ji ber kêmûbûna metirsiyên jeopolîtîk daketiye."

Agirbesta Amerîka û Îranê didome

Wong bi bîr anî ku Amerîkayê ragihandiye agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de hîn jî derbasdar e.

Şîrovekarê Oandayê diyar kir ku tevî êrişên doh ên li dijî hinek welat û keştiyên bazirganiyê jî agirbest didome.

Wong her wiha got, "Daketina bihayê petrol û nirxê dolarê Amerîkî bûne sedema zêdebûna bihayê zêr."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio şeva borî ragihand, Operasyona Xezeba Dastanî bi dawî bûye."

Pêşbîniyên li ser bazarê

Kelvin Wong li ser îhtîmalan û bazarê jî wiha axivî:

"Eger nîşanek derkeve ku aloziyên li herêmê ducare zêde bibin, wê demê bazirgan dê ji bo karê xwe dest bi firotina zêr bikin.

Lê belê arambûna zêdetir a rewşê dê alîkariya zêdebûna zêdetir a bihayê zêr bike."