Wan (Rûdaw) - Her sal bi sed hezaran geştyarên ji Îran, Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê ji bo ger û geştê berê xwe didin bajarê Wanê.
Serdana geştyaran ji bo Wanê dibe derfeta zindîbûna aboriya bajêr û geşbûna bazara erd û xaniyan.
Li gorî amarên fermî, di meha Hezîrana 2025an de li Wanê bi giştî 712 xanî hatine firotin.
Li Wanê firotina xaniyan li gorî heyama sala par ji sedî 37 zêde bûye.
Li gorî Komeleya Emlakfiroşên Wanê, welatiyên ji Îran, Îraq û Başûrê Kurdistanê salane derdora 50 heta 100 xaniyan li Wanê dikirîn.
Şivan Mihemedê emlakfiroşê Dihokî jî ev 5 sal in ku li Wanê karê kirîn û firotina xaniyan ji bo welatiyên Îran, Îraq û Başûrê Kurdistanê dike.
Mihemed dibêje, xelkê Başûrê Kurdistanê ji Wanê pir hez dikin û dixwazin ji xwe re li Wanê xanî bistînin.
“Di kirîn û firotinê de rawestan nîne”
Emlakfiroşê Dihokî Şivan Mihemed got, “Kirîna erd û xaniyan li Wanê zêde ye. Hin kes ji xwe re erd dikirin, hin kes jî xanî distînin.
Hin ji geştyarên me ji bo betlaneyê ji xwe re xanî distînin. Hin kes jî ji bo kirîn û firotinê yanê ji bo bazirganiyê ji xwe distînin.
Lê bihayê wan diguhere helbet. Bihayê wan li gorî Dihokê giran e. Dîsa jî xelk dikire, di kirîn û firotinê de rawestan nîne.”
Li gorî yasayên Tirkiyeyê, ji ber ku Îran welatê sînor e, welatiyên Îranê bi fermî nikarin li ser navê xwe li Wanê û çend bajarên ser xeta sînor in xanî û erd bikirin.
Ji ber wê jî ew li ser navê xizm û nasên xwe yên li Wanê ji xwe re xaniya dikirin.
Alîkarê Serokê Komeleya Emlakfiroşên Wanê Cahit Cancan jî got:
“Ji Îraq, Dihok û Îranê ji bo li Wanê xanî bistînin daxwazên wan zêde ye.
Bihayê xaniyan jî ev 2 sal in, normal in, zêde nebûye. Li derdora Behra Wanê erdeke 500 metreqoşe ji 5 milyon lireyê Tirkî dest pê dike.
Lê erseyên nav bajêr jî derdora 3-4 milyonî ye.”
Li gorî emlakfiroşên Wanê, li nav bajêr bihayê xaniyan ji derdora 2-3 milyon lireyê Tirkî dest pê dikin, li gorî nêzikahiya kêleka Gola Wanê heta 5-6-7 milyon lireyan jî diguherin.
Her wiha vîlayên li kêleka Gola Wanê jî di navbera 10-15 û 25 milyon lireyî Tirkî diguherin.
Li aliyê din li gorî piyasayê, erdeke 500 metreqoşe jî ji 5 milyonan dest pê dike heta 7-8 milyon lireyan diguhere.
“Bazar baş e”
Emlakfiroşê Wanî Hecî Sîdal jî got, “Turîstên Îranî pir tên bajarê me. Ji aliyê Sêrt û Êlihl ve jî gelek kes tên.
Ji aliyê Îraqê ve jî havînan gelek kes tên vir. Piyasa baş e, xirab nîne.
Erse li gorî avahiyan zêdetir tên firotin. Bi taybetî li herêma Edremitê ku nêzîkî Behra Wanê ye.
Piraniya wan jî villa û xaniyên apartman dikirin.”
Li gorî amarên fermî, di meha Hezîrana 2025an de li Wanê bi giştî 712 xanî hatiye firotin. Li Wanê firotina xaniyan li gorî heyama sala par ji sedî 37 zêde bûye.
Kamera û Montaj: Faruk Uysal
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse