Tirkiye û Sûriyeyê 10 peymanên nû yên aborî îmze kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi mazûvaniya Komîteya Pêwendiyên Aborî yên Derve ya Tirkiyeyê (DEÎK) di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de Civîna Maseya Gilover hat lidarxistin.
Li ser navê Tirkiyeyê Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Volkan Agar û li ser navê Sûriyeyê jî Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê Mihemed Nîdal Şar beşdarî civînê bûn.
Di civînê de pêwendiyên aborî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin û 10 peymanên nû hatin îmzekirin.
Di merasîma îmzekirinê de di navbera Komîsyona Kar a DEÎK/Tirkiye-Sûriyeyê û Konseya Kar a Sûriye-Tirkiyeyê, Komîteya Pêwendiyên Aborî yên Derve (DEÎK) û Odeya Bazirganiyê ya Şamê, DEÎK û Odeya Bazirganiyê ya Helebê, DEÎK û Odeya Bazirganiyê ya Laziqiyeyê, DEÎK û Odeya Bazirganiyê ya Hemayê, DEÎK û Odeya Pîşesaziyê ya Helebê, Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) û Odeya Bazirganiyê ya Şamê, Yekîtiya Hinardekarên Genim, Nîsk û Berhemên Tovên Rûnî ya Başûrrojhilatê Anadoluyê û Odeya Bazirganiyê ya Şamê, Yekîtiya Hinardekarên Genim, Nîsk û Berhemên Tovên Rûnî ya Başûrrojhilatê Anadoluyê û Odeya Bazirganiyê ya Helebê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê û Odeya Bazirganiyê ya Helebê de 10 peyman hatin îmzekirin.