Zêdebûna nirxê dolar bazara Tirkiye felç dike

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê ji ber welatî beşek zêde ji dahata xwe didin kirêya xaniyan, ji aliyê aborî jiyana bi milyonan kesan ketiye metirsiyê.

 

Nirxê dolar li Tirkiye her zêde dibe û li beramberî dolar lireyê tirk bihayê xwe jidest dide. Ew yek dike ku enflasyon derkeve asteke bilind û li nava bazarê jî bihayê her tiştî du qat zêde bibe.


Yek ji qadên ku di bin bandora vê rewşê de dimîne jî kirêya xanî û dikanan e. Piraniya welatiyan beşek zêde ji dahata xwe didin kirêyan û debara bi milyonan welatiyan ketiye metirsiyê.


Zêdebûna nirxê dolar bazara Tirkiye felç dike û qeyrana aborî her ku diçe encamên giran derdixe.


Bihayê her tiştî li gorî sala çuyî du qat zêde bûye. Kirê jî bi heman şêweyî zêde bûne û welatî bi gazinc in.


Derbarê vê yekê de welatiyê bi navê Abuzer Taş ji Rûdawê re wiha got: “Dahata me li gor mercên niha têra me nake. Ji ber çi? Çimkî niha her tişt biha bûye. Bihayê her tişt herî kêm ji sedî 30-40 zem bûye.”


Kesekî bi navê Mehmet Demir jî got: “Perê dikeve di destê min de têra me nake. Bihayê av, elektirîk û kireya xaniyan zêde bûne. Tenê yek zarokî min dixebite, yek niha li leşkeriyê ye,  yek astengdar e, û yek jî xwendekar e. Em şepirze bûne.”


Welatî Selamî Kaya jî anî ziman: “Kiloya safarê bûye 10 lîre. Berî te safar bidaya sa wan nedixwar lê niha herkes mihtacê safarê bûne.


Kemal Pekcan jî wiha axifî: “Niha 5 hezar lîreyê me hebe jî têra me nake, her tişt giran bûye. Em li vê derê birçî ne.”


Nirxê dolar gihîştiye 6.70 lîreyên tirkiye. Rêjeya enflasyonê bûye 17.95 Bêkarî her zêde dibe û gihîştiye ji sedî 13ê.


Kesên kirêcî neçar in xerciyên xwe daxin asta herî kêm.


Welatî Saîm Aktar diyar kir ku niha ti karê wî nîne lê ew ne kirêcî ye û xaniyê wî bixwe heye.


Karsaz Metin Topceken jî da zanîn ku ew mehane ji bo cihê dikana 3 hezar dolar dide, lê qezeca wî nîne.


Serkan Acar da xuyakirin ku mehane 2 hezar lîrê dikev detê wî, ew hezar lirê dide kirê û 500 lîre jî dide faturêyên xwe tenê 50o lîre ji bo pêwistiyên rojane.


Destheqê standart hezar û 604 lîre ye. Li Stenbolê kirê ji hezar lîreyî destpê dikin. Bi milyonan malbat neçar in mehê bi 500 lîre qinaat bikin. Xelkê Tirkiye bi reşbîn li dahatûya xwe dinêrin.