Ehmed Liêbî: Em dê nehêlin kesên ku Komkujiya Êzidiyan kiriye ji efûyê sûdê wergirin

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî ragihand ku heta niha 8 hezar û 665 girtî li seranserî Îraqê bi yasaya efûya giştî hatine berdan û tekez kir ku ew hewl didin bi vê gavê qerebalixiya di girtîgehan de kêm bikin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî bû mêvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Liêbî da zanîn ku biryara dawî ya li ser berdana girtiyan ne di destê wezareta wan de ye û Encûmena Bilind a Dadweriyê yekane alî ye ku diyar dike ka kîjan girtî dê ji yasayê sûdê wergire.

Liêbî di hevpeyvîneke taybet de eşkere kir ku li girtîgehên Îraqê nêzîkî 68 hezar girtî hene û tawanên wan di navbera teror û tawanan de dabeş dibin.

Li gorî Liêbî, berê piraniya girtiyan bi tawana terorê dihatin mehkûmkirin lê di van demên dawî de tawanên girêdayî madeyên hişbir bi awayekî metirsîdar zêde bûne û hejmara girtiyên bi van tawanan gihiştiye nêzîkî 15 hezar kesî.

Liêbî derbarê hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re amaje pê kir ku pêwendiyên wan bi awayekî zelal û profesyonel bi rê ve diçin.

Wî da zanîn ku girtîgehên li Herêma Kurdistanê di bin serperiştiya Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî de ne û ew bi rêya nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê û bi wezaretên pêwendîdar re di nav hevahengiyeke baş de ne, bi taybetî di mijarên wekî destûrname û biryarên bicihkirinê de.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê li ser plana bipêşxistina girtîgehan da zanîn ku wan bi rêya sîstemeke nû ya birêvebirina girtiyan, şert û mercên jiyanê baştir kirine.

Li her girtîgehê navendeke tenduristiyê û ambulansek heye û bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê, kadroyên bijîşkî yên pispor ji bo nexweşiyên giran tên dabînkirin.

Her wiha avakirina girtîgehên nû li parêzgehên wekî Wasit, Mîsan, Nînowa û Bexdayê li gorî pîvanên mafên mirovan berdewam e.

Liêbî derbarê dosyeya Komkujiya Kurdên Êzidî tekez kir ku hikûmeta Îraqê girîngiyeke mezin dide vê mijarê û hevahengiyeke payebilind li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.

Her çend wî diyar kir ku amareke zelal a belgeyên komkirî û hejmara tawanbarên girtî li cem wî nîne lê soza parvekirina amaran di demek nêzîk de da.

Liêbî piştrast kir ku tawanbarên Komkujiya Êzidiyan "cezayê xwe yê adil wergirtine" û ew bi ti awayî ji yasaya efûya giştî sûdê wernagirin û cezayên wan nayên kêmkirin.

Li ser daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî jî got ku ev biryar di destê Encûmena Bilind a Dadweriyê de ye û Îraq di hemû platformên navneteweyî de mezlûmiyeta pêkhateyên xwe, bi taybetî Kurdên Êzidî, aniye ziman û tekez kiriye ku armanca rêxistinên terorîst têkdana pêkhateya civakî ya Îraqê bûye.

Hevpeyvîna Nalîn Hesenê ya bi Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî re:

Rûdaw: Birêz Ehmed, bi xêr hatî, hûn mêvanê me ne ji Bexdayê.

Ehmed Liêbî: Bi xêr hatin, ez û hemû temaşevanên we. Beyaniya we bi xêr û xweşî be. Bi xêr hatin.

Rûdaw: Spas ji bo te. Em bi yasaya efûya giştî dest pê bikin. Gelo amarek zelal a wezaretê heye ku heta niha çend girtî bi vê yasayê hatine berdan?

Ehmed Liêbî: Belê. Di destpêkê de, heta vê kêliya ku ez bi we re diaxivim, li gorî amarên me yên zelal ên ji hemû beşên me yên çaksaziyê, hejmara kesên ku bi yasaya efûyê hatine berdan heta niha 8 hezar û 665 girtî ne. Komîte bi şev û roj di nava xebateke berdewam de ne ji bo zêdekirina vê hejmarê û şopandina proseya berdanê li gel Encûmena Bilind a Dadweriyê. Ez we û temaşevanên hêja agahdar dikim ku proseya berdanê li gorî fermanên dadwerî yên Encûmena Bilind a Dadweriyê pêk tê, piştî ku girtî di çarçoveya yasaya efûya giştî de tê nirxandin. Encûmena Dadweriyê ew alî ye ku biryarê dide ka kesek bi yasayê dikeve an na. Ji ber vê yekê, piştî ku kesek dikeve ber efûyê, biryara li ser vê yekê digihîje me. Paşê em bi aliyên din re diaxivin ka gelo ew kes bi dozeke din a di bin lêpirsînê de tê xwestin an na, heta ku biryara efûyê qonaxa dawî werdigire da ku bi awayekî hêsan û bilez were berdan, ji ber ku em dibînin ku yasaya efûya giştî bi awayekî mezin beşdarî kêmkirina qerebalixa di nav beşên me yên çaksaziyê de dibe.

Rûdaw: Birêz Ehmed, pirs ev e, kî di çarçoveya biryara yasaya efûya giştî de ne?

Ehmed Liêbî: Yasaya efûya giştî yasayek e ku hatiye derxistin û yê ku diyar dike ka kî tê de ye, Encûmena Bilind a Dadweriyê ye, ew aliyê pêwendîdar e. Girtî daxwaznameyekê pêşkêşî Encûmena Bilind a Dadweriyê dike yan jî pêşkêşî komîteyên me yên pispor ên li Rêveberiya Çaksaziyê ya Îraqê dike û em jî wê radigihînin dadgehên pispor. Dadgehên pispor heman dadgeh in ku berê hukmê mehkûmiyetê li ser wî kesî dane. Van komîteyên pispor li gel Encûmena Bilind a Dadweriyê li hev dikin ka girtî di çarçoveya bendên yasaya efûyê de ye an na. Ji ber vê yekê, yekane aliyê pêwendîdar ku diyar dike ka kî tê de ye an na, Encûmena Bilind a Dadweriyê ye, dema ku li dosyeya girtî, hûrgilî, encamên tawanê û madeya tawankirinê dinêre. Encûmena Dadweriyê yekane alî ye ku dikare bibêje ev kes bi yasaya efûya giştî dikeve an nakeve.

Rûdaw: Hejmara giştî ya girtiyan li girtîgehên Îraqê çend e û çend ji wan mehkûm in?

Ehmed Liêbî: Beriya her tiştî, ez hêvî dikim ku em vî termî biguherînin. Termê rast ev e: Hejmara girtiyan di nav beşên çaksaziyê de çend e? Ji ber ku em li Wezareta Dadê tenê kesê ku biryara dadgehê li ser wî hatiye dayîn werdigirin û wî li gorî kategoriyan di beşên xwe yên çaksaziyê de bi cih dikin. Heta vê kêliyê nêzîkî 68 hezar girtiyên me bi tawanên cuda hene, hinek ji wan tawanên terorê ne û hinek jî tawanên din in. Her wiha sîstemeke me heye ku li Wezareta Dadê tê bikaranîn, ew jî sîstema birêvebirina girtiyan e ku cureya tawanê û kategoriya girtî diyar dike û diyar dike ku li kîjan beşî were danîn. Dosyeyeke girtîgehê ya vî girtî heye ku em dikarin şopa tiliyên wî, dîroka ketina wî ya girtîgehê, dîroka berdana wî, gelo ew bi berdana bi şert dikeve an na û rewşa wî ya tenduristî bizanibin. Ev sîstem li zêdetirî 28 beşên çaksaziyê li seranserê Îraqê belav bûye, ku ew beşên çaksaziyê ne ku girtiyên Ereb, biyanî û Îraqî li seranserê beşên belavbûyî yên li Bexda û parêzgehan tê de ne.

Rûdaw: Rêjeya herî mezin a girtiyan kîjan tawanan li xwe digire?

Ehmed Liêbî: Berê tawanên terorê bûn lê niha mixabin tawana madeyên hişbir zêde dibe. Ev kêşeyeke metirsîdar e ku bi giştî li pêşiya herêmê û bi taybetî li pêşiya Îraqê ye. Me li Wezareta Dadê tedbîr wergirtin ji bo kategorîzekirina van kesan bi veqetandina girtiyan û avakirina nexweşxaneyekê di nav beşên me yên çaksaziyê de ji bo dermankirina kesên ku di bin xetera ehlûdebûnê de ne li nexweşxaneya navendî ya Kerxê. Her wiha, li gorî kategoriyan, bikarhêner ji bazirganan tên veqetandin. Ev mijar xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku ew bi ewlehiya neteweyî ya Îraqê û aliyê mirovî ve girêdayî ye.

Rûdaw: Gelo amarek li ser hejmara wan heye?

Ehmed Liêbî: Bi rastî, amar bi deh hezaran e, di navbera 10 heta 15 hezarî de, di navbera bikarhêner û bazirganên madeyên hişbir de. Wekî ku min got, em bi profesyonelî û şefafiyet tevdigerin. Wezîrê Dadê sîstema kategorîzekirinê di nav beşên çaksaziyê de pejirand. Ji ber vê yekê, her girtiyek li gorî tawana ku pê hatiye mehkûmkirin di beşekî taybet de ye. Me her wiha di nav heman beşa çaksaziyê de jî dabeşkirinek çêkiriye. Hinek wekî tawanbarên normal, hinek wekî terorîst, hinek bi dozên din, hinek bi 15 salan, hinek bi 5 salan û hinek jî bi kêmtir ji vê hejmarê hatine mehkûmkirin. Em hemû girtiyan naxin yek beşî yan yek cihî, ev yek hem ji aliyê ewlehiyê hem jî ji aliyê mirovî ve girîng e.

Rûdaw: Mekanîzmayên wezaretê ji bo şopandina rewşa kesên ku bi yasaya efûya giştî hatine berdan û piştrastkirina ku ew venegerin çalakiyên tawanbarî çi ne?

Ehmed Liêbî: Ez ji bo vê pirsa girîng spasiya we dikim. Beşa me ya Lênêrîna Berfireh li Rêveberiya Çaksaziyê ya Îraqê heye. Ev beş berî demekê ji berdana girtiyan dest bi pêşkêşkirina bernameyên rahênanê dike. Ev bername li ser hûrgiliyên kirina tawanê, hûrgiliyên nemana fikra tundrew û bandorên neyînî yên li ser girtî lêkolînê dikin û alîkariya manewî pêşkêş dikin, her wiha bi rêya kargehên di nav beşên me yên çaksaziyê de derfetên kar peyda dikin. Di beşên me yên çaksaziyê de kargehên daristanê, dirûtinê, wênesaziyê û seretaşiyê hene. Em dikarin vî girtî fêrî pîşeyekê bikin berî ku derkeve û tevlî civakê bibe. Her wiha serdanên lêkolerên civakî ji bo van girtiyan hene bi mebesta entegrekirina wan bi malbatên wan re di nav civakê de, ji ber ku ne rast e ku girtî bi efûyê were berdan bêyî ku em çareseriyekê ji bo venegera wî pêşkêş bikin. Ev dermankirina psîkolojîk û manewî rê li ber venegera vî girtî digire. Ji ber ku me di sala 2016an de ezmûnek jiyabû, dema ku yasaya efûyê hat derxistin û piştî berdana gelek girtiyan, ew dîsa vegeriyan ser kirina tawanê. Lê niha şopandinên me yên hûr, tîmên me yên gerok û tîmên me yên meydanî hene ji bo şopandina rewşa girtiyan bi hevahengiya bi aliyên pêwendîdar ên li Wezareta Navxwe, dezgehên din lêkolerê civakî yê li Wezareta Dadê û beşa rahênanê ya li wezareta me.

Rûdaw: Hinek rexne hene ku dibêjin hin kesên bi efûyê hatine berdan di tawanên giran de cih girtine. Wezaret çawa bersiva van fikaran dide û çawa misoger dike ku efûya giştî kesên ku di tawanên terorê an gendeliya mezin de cih girtine li xwe nagire?

Ehmed Liêbî: Beriya her tiştî, wekî ku min got, em li Wezareta Dadê aliyekî bicihkirinê ne. Erkê me yê sereke ew e ku em girtî piştî ku hukm li ser wî tê dayîn wergirin, da ku dema mehkûmiyeta xwe li cem me derbas bike û em bernameyeke lênêrînê ji aliyê xwarin, stargeh û tenduristiyê ve jê re pêşkêş bikin. Girtina girtiyekî di beşên me yên çaksaziyê de di çarçoveya efûyê de ji aliyê desthilatên dadwerî yên Îraqê ve tê diyarkirin. Ew desthilata ku hukm li ser vî mehkûmî daye, ew desthilata rewa û yekane ye ji bo derxistina efûyê. Ez dibînim ku desthilata dadwerî desthilateke ku bi bêalîbûneke tund, bi profesyoneliyeke bilind û li gorî pîvanên ku yasaya efûya giştî û girtiyên tê de li gorî bendên wê li ber çavan digire, tevdigere û ew qet tawîzê nade kesî. Desthilata dadwerî bîmeya ewlehiyê ya Îraqê ye û em li Wezareta Dadê dibînin ku desthilata dadwerî bîmeya ewlehiyê ya hikûmeta Îraqê û bi giştî sîstema siyasî ye. Ji ber vê yekê, hemû hukmên ku ji desthilata dadweriyê hatine dayîn li gorî daneyên ku bi yasaya efûya giştî ya ku ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve hatiye derxistin re li hev dikin.

Rûdaw: Asta hevahengî û pêwendiyan di dozên dadwerî de di navbera we û Herêma Kurdistanê de çawa ye?

Ehmed Liêbî: Birayên me yên li Herêma Kurdistanê beşeke ji me nayê cudakirin, em bi wan re bi şefafiyet û profesyoneliyeke bilind tevdigerin. Nûnertiya me ya Herêmê heye ku em bi rêya wê bi şefafiyeke bilind tevdigerin, çi bi rêya wekaletnameyan, çi bi biryarên cîbicîkirinê, çi jî bi girtiyên li Herêmê. Girtî û mehkûmên li Herêma Kurdistanê girêdayî Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ne. Ji ber vê yekê, hevahengiyek bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re di proseya serdanan, berdanê û peymanên ku ji aliyê Wezareta Dadê ya navendî ve tên îmzekirin de heye, ji bo hevahengiya bi Wezareta Dadê ya Herêmê û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re, her wiha bi rêya erêkirina wekaletnameyên ku li Herêmê tên dayîn û biryarên cîbicîkirinê yên ku li Herêmê tên dayîn. Hevahengiyeke bilind bi rêya nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê heye û bi şefafiyeke bilind bi rê ve diçe. Pêwendiyeke me ya rasterast bi serokê nûnertiyê re di her dozeke rawestandî de heye û carinan bi telefonê tên çareserkirin eger hinek rûtînên îdarî tê de hebin. Ji ber vê yekê, hevahengiyeke pir bilind bi hikûmeta Herêmê û Wezareta Dadê û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî yên li Herêmê re bi rêya van kanalan û bi rêya pêwendiya baş a ku me bi hemû berpirsên di dozên dadwerî û karûbarên dadwerî yên li hikûmeta Herêmê re girê dide, heye.

Rûdaw: Em werin ser plana wezaretê. Planên we ji bo pêşxistina girtîgehan û başkirina rewşa girtiyan li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan çi ne?

Ehmed Liêbî: Di destpêkê de min ji we re got ku me li ser yasaya sîstema çaksaziya girtiyan xebitî û ev pir girîng e. Ev tê de şefafiyet û şopandina meydanî ya hemû girtiyan heye. Her girtiyek niha li her beşekî ji beşên me yên çaksaziyê, malbata wî dikare rewşa wî ya tenduristî, dema ku wî di girtîgehê de derbas kiriye, hukmê ku li dijî wî hatiye dayîn, kengî dê were berdan, şopa tiliyên wî û dosyeya wî ya tam bizanibe û bizanibe ku ew li kîjan beşa çaksaziyê ye. Pêşketineke me ya tenduristiyê di nav beşên çaksaziyê de heye. Li her beşekî ji beşên me yên çaksaziyê ambulansek, navendeke tenduristiyê û du beş li Kerx û Kindî ji bo şopandina rewşa tenduristiya girtiyan hene. Wezîrê Dadê bi rêya ger û serdanên xwe û hevdîtina bi Wezîrê Tenduristiyê re, me bi Wezareta Tenduristiyê re hevahengî kir ji bo dabînkirina kadroyên bijîşkî û pîşeyên tenduristiyê. Wezaret di qonaxa girêbesta bi bijîşk û pîşeyên tenduristiyê yên li Wezareta Tenduristiyê re ye ji bo şopandina meydanî ya rewşa tenduristî ya nexweşiyên giran, wekî penceşêrê, nexweşiyên çerm û nexweşiyên din ên ku girtî pê diêşin. Ji bilî bernameyên me yên rahênanê ji başûrê dûr heta Bexdayê û parêzgehên me yên bakur, bernameyên rahênanê û kargeh hene ji bo rahênana girtiyan û fêrkirina wan a pîşeyan ku girtî dikare jê sûd wergire dema ku ew di girtîgehê de ye û dikare dahatekê jê re û ji malbata wî re peyda bike. Gelek tişt hene ku em bi rêya avakirina beşên çaksaziyê li seranserê Îraqê hewl didin bikin. Niha beşên me yên çaksaziyê hene ji bo bicihkirina girtiyan û li gorî pîvanên mafên mirovan li parêzgeha Wasit, parêzgeha Mîsan, Nînowa, Dîwaniye û Bexdayê û nûjenkirina hinek beşên Girtîgeha Navendî ya Bexdayê û guncandina wê li gorî pîvanên mafên mirovan.

Rûdaw: Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim ji bo ku hin pirsên din jî bikim. Hejmara belgeyên girêdayî dosyeya jenosîda ku li dijî Kurdên Êzidî hatiye kirin çend e?

Ehmed Liêbî: Bi rastî ev dosyeyeke girîng û hestiyar e. Hikûmeta Îraqê girîngiyeke pir mezin dide vê mijarê. Amarên me yên zelal nînin lê amar di nav zêdebûneke mezin de ne. Rastî êrişhatina her pêkhateyeke ji pêkhateyên gelê me yê Îraqî, çi Şîe bin, çi Sune, Ereb an Kurd, Êzidî an Kurdên Feylî an hindikahî, ew li bedena Îraqî û xwîna Îraqî dixe. Hikûmeta Îraqê girîngiyeke mezin dide vê dosyeyê. Hevahengiyeke payebilind bi hikûmeta Herêmê re heye derbarê tiştê ku bi ser pêkhateyên gelê Îraqî de hatiye ji jenosîdê, çi ji aliyê rejîma berê û serdema dîktatoriyê ya ku ji aliyê partiya Baas a dîktator û koma desthilatdar a çeteyên Baasê ve dihat temsîlkirin, çi jî ji aliyê komên tawanbar ên rêxistina terorîst a El Qaîde û rêxistina terorîst a DAIŞê ve. Mekanîzmayek hatiye danîn ji bo eşkerekirina van tawanan û eşkerekirina wan ji raya giştî ya cîhanê re û nîşandana mezlûmiyeta gelê Îraqî di rûbirûbûna vî terorê de ku ev beşên hêja yên gelê Îraqî kiribûn hedef. Ji ber vê yekê ev dosye di nav geşbûn û girîngiyeke mezin de ye ji aliyê hikûmeta Îraqê, wezîr û aliyên pêwendîdar ên di wezaretê de. Ez soz didim we ku di hevdîtineke bê de ez ê amarek zelal û berfireh bînim û her tiştê ku qewimiye û her tiştê ku wezaretê di vî warî de kiriye ji we re rave bikim.

Rûdaw: Em kêfxweş in ku hevpeyvîneke din li ser vê dosyeyê bikin lê heke tu destûrê bidî, gelo amarek te heye li ser hejmara girtiyên ku bi kirina tawanên jenosîdê li dijî Kurdên Êzidî hatine tawanbarkirin?

Ehmed Liêbî: Amarek li cem min nîne lê ez dikarim di pêşerojê de wê ji we re peyda bikim. Lê ew cezayê xwe yê adil wergirtine û li girtîgehên Wezareta Dadê ne. Bawer bin ku dadweriya Îraqî hukmên guncav derxistine ji bo tolhildana ji bo malbatên qurbaniyên birayên Kurd û ew nakevin ber ti yasayeke efûyê an kêmkirina hukmê an jî heta berdana bi şert a ku em pê dixebitin. Wekî ku min soz da we, ez ê vê amarê bînim li ser kesên ku van tawanan li dijî vê pêkhateya resen a Îraqî kirine bi amarek zelal û berfireh.

Rûdaw: Hinek ji malbat û xizmên qurbaniyan, bi taybetî ji Kurdên Êzidî, daxwaza dadgeheke taybet an dadgeheke navneteweyî dikin ku tawanbarên kirina van tawanên giran dadgeh bike. Bersiva we çi ye? Gelo Îraq amade ye vê dadgehê ava bike?

Ehmed Liêbî: Avakirina dadgehan ji desthilata Encûmena Bilind a Dadweriyê ye û ew baştir dizane ku berjewendiya Îraqê li ku derê ye û berjewendiya Îraqiyên ku rastî zilmê hatine li ku derê ye. Ji ber vê yekê Encûmena Bilind a Dadweriyê ew alî ye ku fermaneke bi vî rengî derdixe. Me di hemû platformên navneteweyî de tekezî li ser tiştê ku bi ser Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û pêkhateyên din ên wekî Şîeyan û hemû kesên ku ji aliyê rêxistinên terorîst ve rastî zilmê hatine û rastî jenosîdeke armanckirî hatine, kiriye. Tiştê ku ez dixwazim rave bikim ev e ku ev rêxistinên terorîst û desthilatên dîktator ên ku li ser erdê û li ser çavkaniyên welat û mirovan fesadî kirin, vê pêkhateya girîng bi awayekî sîstematîk û plankirî kirin hedef, ne bi awayekî tesadufî. Dema ku pêkhateyeke girîng a gelê Îraqî ku bi hezaran salan e li Îraqê dijî tê hedefgirtin, ev hedefgirtineke sîstematîk e. Armanc jê tunekirina pêkhateyeke girîng û tunekirina pêkhateyeke civakî ya girîng a civaka Îraqî ye. Me bi rêya tîmên navneteweyî yên ku tawanên DAIŞê tomar kirin, giraniya vê trajediyê ya ku Îraqiyan bi cûdahiya mezheb û neteweyên xwe jê kişand, ji wan re rave kir. Di hemû amarên me û di hemû hevdîtinên me de bi rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û navneteweyî re û di platformên me yên navneteweyî de li Cenevreyê û cihên din û di platformên mafên mirovan de em giraniya vê tawanê rave dikin û em tiştê ku bi ser zarokên gelê Îraqî de hatiye rave dikin û em diyar dikin ku hemû xwîna Îraqiyan, Ereb û Kurd, Sune û Şîe, Feylî û Êzidî û yên din, sekinîna wan a li hemberî terorê ew bû ku tevahiya cîhanê parast. Îraqiyan bi vê sekinînê bendeke zexm ava kirin ji bo tunekirina van rêxistinan û nehîştina belavbûna xetera wan li welat û dewletên cîran.

Rûdaw: Ez spasiya vê derfetê dikim, birêz Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî. Em li benda hevpeyvîneke din in wekî ku te soz da min û temaşevanan jî.

Ehmed Liêbî: Gelek spas. Înşallah dê hevpeyvîneke nêzîk hebe ku tê de hemû agahiyên ku we xwestine hebin. Gelek spas ji bo we û ji bo girîngiya we.

Rûdaw: Bi xêr hatî. Spas ji bo te.