Berhema gûzan li Akrê îsal du qat zêde dibe
Akrê (Rûdaw) - Demsala komkirina gûzan li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û li devera Dînarte ya Akrê jî îsal berhemê gûzan zêde bûye. Her sal li Akrê derdora 325 tonên gûzan tê berhemanîn, lê bi gotina cotkaran, tê pêşbînîkirin ku îsal rêjeya berhemanîna gûzan li Akrê li gor sala par, du qat zêde bibe.
Cotkar dibêjin, îsal bi sedema zêdebûna rêjeya barîna baranê, berhemê gûzê li Akrê zêde bûye.
Li gundê Başmiş ku dikeve nahiyeya Dînarte ya Akrê, malbatek mijûlî komkirina gûzên xwe ne. Cotkar Ferîq Heso tevî endamên malbata xwe, mijûlî komkirina berhema îsal a gûzan e. Wî 50 darên gûzan hene û her sal 1,5 ton gûz berhev dike.
Ferîq Heso dibêje: “Gûza me xwemalî ye û gûza îsal gelek taze bû û du bermaberî par e, ji ber ku gelek baran barî û av zêde bû. Gûzê pêwîstî bi avdaneke zêde heye û îsal jî bê nexweşî bû.”
Çendîn curên gûzan li Akrê têne çandin û nirxên wan jî li gorî curên wan cuda ne. Li bazarê zêdetirîn xwestek li ser gûza xwemalî ya Kurdistanê ye û bihayê yek kîlogramê wê îsal di navbera 10 heta 12 hezar dînarê Iraqî de ye.
Cotkar û rêveberiyên çandiniyê jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir giringiyê bidin berhemên gûzan, da ku hem li navxweya welat bêne firotin û hem jî hinardeyî derveyî welat bêne kirin.
Dikandar, Mesûd Mihemed ku gûza difiroşe, ji Rûdawê re dibêje: “Ew çend sal in ku gûza Amerîkî tê bazarê , lê heta niha ti bandor li ser gûza xwemalî nebûye û gûza xwemalî gelek daxwazî li ser heye.”
Welatî, Mixawîr Mûsa ku li dikanê gûzan dikire, dibêje: “Em her sal gûza xwemalî dixwin û ya deverê ye. Gûza hawirdekirî weke gûza xwemalî xweş nîne.”
Li Akrê sê corên gûzan tên çandin, ku ew jî gûza xwemalî, Îsraîlî û Amerîkî ne. Gûzên îsraîlî û Amerîkî di wan çend salên dawiyê de tên çandin.
Rêveberê Çandiniya Akrê, Ehmed Cemîl ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Pêdivî ye hikûmet giringiyeke zêdetir bide gûzan, ji ber ku berhemeke baş e û bazara wê jî baş e, ji ber vê yekê divê hikûmet giringî bi vê berhemê bide û rezên taybet bi gûzan çêbike.”
Li Akrê 87 donmên erdê bi darên gûzan hatine çandin û hejmara darên gûzê jî li deverê 2,170 dar in ku salane 325 ton berhem didin.