Zêr difire û hey difire: Ons bi ser 3900 dolarî jî ket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja yekem a vebûna bazarên cîhanê ye û bihayê zêr rekoreke nû tomar kir.

Onsek zêr asta hestyar a 3900 dolarî derbas kir û niha bi nêzîkî 3922 dolaran tê firotin.

Girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê, hêviyên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amrîkayê ve zêde kirine.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê onsek zêr bi rêjeya ji sedî 0,6 bilind bû û gihişt 3922 dolaran.

Bihayê zêr ji bo radestkirina meha kanûna pêşîn di peymanên paşerojê de, bi rêjeya ji sedî 0,7 bilind bûye û bi 3935 dolaran tê firotin.

Ev ast ji bo bihayê zêr asteke dîrokî ya nû ye.

Bihayê zêr îsal heta niha bi rêjeya ji sedî 47 bilind bûye.