Zîv jî çav li zêr kiriye û ew jî bi firê ketiye
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv 47 sentan bilind bû û gihişt 48,46 dolaran.
Li bazarên cîhanê niha kîloya zîv bi 1,557 dolaran e.
Ev ji Îlona 2011an û vir ve asta herî bilind a zîv e.
Wê demê onsa zîv bi 49,51 dolaran bû.
Di maweyê meha dawî de jî her onsa zîv 8 dolaran biha bûye.
Ev bilindbûn bi berdewamiya girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê û pêşbîniyên ji bo kêmkirina zêdetir a rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve hevdem e.
Yasadanerên Amerîkayê li ser rêkeftineke ji bo dabînkirina budceyê li hev nekir û ev yek bû sedema rawestandina bernameyên federal ên girîng û bipaşxistina weşandina gelek daneyên sereke.
Bazar niha pêşbînî dikin ku Amerîka vê mehê û kanûna pêşîn a îsal rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm bike.
Her wiha veberhêner li benda daxuyaniyên Endamê Meclisa Birêvebir a Banka Navendî Steven Miran a roja çarşemê û Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell a roja pêncşemê ne da ku derbarê siyaseta diravî ya paşerojê îşaretên zêdetir wegirin.
Divê were gotin ku zêdebûna bikaranîna panelên enerjiya rojê bûye sedemek ji bo zêdebûna daxwaza li ser zîv.
Li Çînê sazkirina sîstema rojê meha tebaxê zêde bûye çimkî li Çînê kêmkirina bihayê panelan kompanya teşwîq kirine ku ji meha hezîranê ve dest bi danîna zêdetir a sîstemê bikin.
Ji aliyê din ve, hinardekirina panelên enerjiya rojê ya ji Çînê bi rêjeya ji sedî 40 bilind bûye.
Sedema sereke ya bilindbûna bihayê zîv ew e ku metirsî li ser kêmasiya zêdetir a hilberîna zîv û pêşbîniyeke bihêz ji bo daxwaza li ser metal heye.
Enstîtuya Cîhanî ya Zîv pêşbînî dike ku bazara zîv sala pêncemîn jî li pey hev kêmasiyê tomar bike çimkî tê payîn ku hilberîna zîv li seranserê cîhanê sala 2025an bigihe 744 milyon onsan ku ev ji daxwazê bi qasî 100 milyon onsan kêmtir e.