DNO dixwaze li Herêma Kurdistanê rojane 100 hezar bermîl petrol hilberîne
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya petrolê ya Norwecê DNOyê rapora xwe ya darayî ya ji bo çaryeka sêyem a sala 2025an belav kir.
DNOyê çaryeka yekem a îsal wekî "çaryeka veguhertinê" bi nav kiriye û ragihandiye ku dahatên wan rekor tomar kirine.
Di pêşhateke herî girîng de ji bo Herêma Kurdistanê, kompanyayê piştrast kir ku piştî du sal û nîvan ji rawestanê, hinardekirina petrolê bi rêya Boriya Kurdistan-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê kiriye.
Plana kompanyayê heye ku heta dawiya îsal dest bi kolandina bîrên nû bike û armanca wê ew e ku li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê asta hilberînê ya rojane bike 100 hezar bermîl.
Pêşhatên Herêma Kurdistanê: Vegera hêviyê piştî astengiyan
DNO xwediyê ji sedî 75 pişkên zeviya Tawkê ye û wê bi rê ve dibe û eşkere kir ku çaryeka sêyem tijî bûyerên dijber bû.
Ji aliyekî ve, berhema giştî ya zeviyên Tawkê û Pêşabûrê bi rêjeya ji sedî 38an daket û rojane gihişt 46,600 bermîlan.
Sedema vê yekê ew zerer bû ku di encama çend êrişên dronan de di nîvê meha Tîrmehê de gihiştibû sazî û dezgehên wan.
Ji aliyê din ve, kompanyayê karîbû bi "sererastkirineke bilez" rewşê derbas bike û ragihand ku asta berhemanînê ya niha bûye nêzîkî 75,000 bermîlan.
DNO pêşbînî dike ku heta dawiya îsal, berhema giştî ya zeviya Tawkê bigihîje 80,000 bermîlan ku ev yek dê berhema safî ya DNOyê ya li Kurdistanê rojane bike 60,000 bermîl.
Nûçeya herî girîng, destpêkirina ji nû ve ya hinardeyê bû. Di daxuyaniyê de tê gotin:
"Petrolê Kurdistanê careke din bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê digihîje bazarên navneteweyî.
Piştî du sal û nîvan ji rawestanê, hinardekirinê dawiya meha Îlonê ji nû ve dest pê kir."
Plana paşerojê: 8 bîrên nû û armanca 100 hezar bermîlan
Kompanyayê planeke mezin a ji bo berfirehkirina hilberînê li Herêma Kurdistanê ragihand:
- Karên kolandinê li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê dê heta dawiya îsal ji nû ve dest pê bikin.
- Bircên kolandinê yên DQE-51 û Sindy hatine amadekirin ji bo kolandina 8 bîrên nû ya di sala 2026an de.
- Armanca dawî ya kompanyayê ew e ku asta berhema giştî ya her du zeviyan rojane bibe 100,000 bermîl.
Berhema giştî ya DNOyê di çaryeka sêyem de gihişt 115,400 bermîlên hevtayê petrolê yên rojane. Ji vê rêjeyê:
- 77,300 bermîl ji Deryaya Bakur (bi pişkên Sval Energyê).
- 34,900 bermîl ji Herêma Kurdistanê.
- 3,100 bermîl ji rojavayê Afrîkayê.
Ev çaryek ji bo kompanyayê ji aliyê darayî ve bêhempa bû.
Dahata kompanyayê gihişt 547 milyon dolaran û kara karpêkirinê gihişt 222 milyon dolaran ku her du jî ji du qatan zêdetirê çaryeka borî ne. Qezenca safî jî gihişt 20 milyon dolarî.
Birêvebirê Bicihhêner ê DNOyê Bijan Mossavar-Rahmani di daxuyaniyekê de pesnê tîma xwe da û got:
"Bi nîşandana wê yekê ku çawa vedîtinên petrol û gazê dikarin di demek rekor de bikevin berhemê, em hêvîdar in ne tenê pêvajoya fînansekirina vedîtinên xwe leztir bikin, belkî em serdemeke nû jî li peravên Norwecê bidin destpêkirin."
Ev yek amaje bi projeya "Kjøttkake" dike ku DNO bi hevkariya Aker BPyê pêş dixe û tê payîn ku di nava tenê sê salan de bikeve berhemê ku ji bo standardên Norwecê nîvê dema asayî ye.
Kompanyayê her wiha ragihand ku rêkeftinên nû yên darayî îmze kirine ku tevahiya hêsankariyên darayî yên wê ji bo zêdetirî 900 milyon dolarî bilind dike.
Encumena Birêvebiriyê jî biryar da ku 0,375 kronê Norwecî ji bo her pişkekê wekî qezenc li pişkdaran belav bike.