Berpirseka kompaniya Huawei li Keneda hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Kenedayê ragihand, ku berpirsê darayî yê kompaniya Hewawî li wî welatî ji ber binpêkirina siza û cezayên li ser Îranê, hatiye girtin. Berpirsên Kenedayê amaje bi wê yekê kirine, ku eger heye piştî girtinê, wî radestî Amerîka bikin.
Li gor gotina Wezareta Dadê ya Kenedayê, Berpirsa darayî yê kompaniy Huawei bo teknolojiya Wanzhou Meng li bajarê Vancoverê yê Kenedayê hatiye girtin.
Girtina wî berpirsê pilebilind ê kompaniyaya navdar a Çînî rastî nerazîbûna hikûmeta Çînê hat. Li hember vê pêgava Kenedayê, Çînê daxwaza azadkirina wî berpirsî kompaniya Huawei kiriye.
Çînê herwiha hişyarî jî daye, ku dibe Çîn karvedaneke tund li hember vê yekê nîşan bide û ew welat jî berpirsên kompanyayên Amerîka û Kenedayê bigirin.
Berî niha medyayên Amerîkayê belav kiribû ku berpirsên Amerîkayê li ser egera binpêkirina cezayên Amerîkayê yên ser Îranê ji aliyê kompaniya Hewawî ve, dê lêkolînê li gel wê kompaniyayê bikin.