Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya berhemanîna otomobîlan a almanî Volkswagenê, di sala 2017ê de hejmara çêkirina otomobîlan derxiste 10 milyon û 700 hezaran û bi vî awayî jî bû kompanyaya herî mezin a cîhanî ya berhemanîna otomobîlan.
Volkswagen bi vî awayî li hember kompanyaya Toyota ya japonî jî biserkeft, ku berê weke kompanyaya herî mezin a cîhanî ya berhemanîna otombîlan dihate binavkirin.
Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê, kompanyaya Volkswagenê, di sala 2017ê de, di dema xwe de berhemên xwe yên Audî û Porsche radestê kiryarên xwe kiriye û bi vî awayî dahateke bi kojmeya 264 milyar û 620 milyon dolaran kom kiriye.
Biryare kompanyaya Volkswagen heta 10 rojên din raporta xwe ya darayî ya sala 2017ê belav bike û di raportê de derbarê dahat û qazanca xwe de zanyariyên hûr belav bike.
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse