Zêr ber bi rekoreke nû ve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibehê di dema girtina bazarên cîhanî de onseke zêr ji sedî 3,98 anku 189 dolarî biha bû û bi 4 hezar û 964 dolarî hat firotin.
Di dan û standinên paşerojê de onseke zêr gihîşt 4 hezar û 979 dolarî.
Li Herêma Kurdistanê jî dawîn bihayên girtina bazarê yên roja pêncşemê wiha ne:
Misqalek zêrê eyar 18 bi 925 hezar dînarî ye.
Misqalek zêrê eyar 21 bi milyonek û 80 hezar dînarî ye.
Misqalek zêrê eyar 22 bi milyonek û 130 hezar dînarî ye.
Dema ku ev biha hatibûn belavkirin, onseke zêr bi 4 hezar û 906 dolarî bû.
Loma dibe ku îro bihayê misqalek zêr 15 heta 20 hezar dînarî biha bibe.
Destpêka hefteya borî, piştî ku Kevin Warsh wekî namzedê Serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê hat diyarkirin, bihayê dolar bi awayekî berbiçav zêde bû.
Vê yekê bandoreke neyînî li bazara madenên giranbiha kir û zerereke mezin gihand veberhêneran.
Warsh bi polîtîkayên xwe yên tund ên neqdî tê naskirin û tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê bi hêsanî kêm neke.
Di nava vê hefteyê de asta herî nizm a bihayê onseke zêr 4 hezar û 404,12 dolar û asta herî bilind jî 5 hezar û 92,68 dolar bû.
Roja pêncşemê, zêr nekarî asta 5 hezar dolarî biparêze û daket binê wê astê.
Berpirsê Beşa Madenan a "Britannia Gold Markets" Neil Welsh got:
"Ev bihabûna bilez a bihayên zêr nîşaneya wê yekê ye ku bazar hîn jî xurt e.
Li gel hebûna neqdî ya zêde ya li Çînê û asayîbûna bihayê dolar, zêr û zîv pêgeha xwe diparêzin, her çend asta nezelaliyê hîn jî bilind be."
Her wiha hefteya borî, daxwazên ji bo bîmeya bêkariyê ya li Amerîkayê ji 209 hezarî derket 231 hezarî. Vê yekê pêşbîniyên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya îsal xurttir kirin.
Ji xeynî sedemên aborî, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de yên rojên sêşem û çarşemê di bihabûna zêr de roleke sereke lîst.
Doh, her du alî li welatê Umanê civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser civînê ragihand ku dan û standin "destpêkeke baş" bûn. Vê daxuyaniyê hinekî rewşa derûnî ya bazaran aram kir.