Zîv ji sedî 10 biha bû: Kîloyek gihîşt 2 hezar û 492 dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema girtina bazarên darayî de bihayê onseke zîv ji sedî 10 anku 7,14 dolaran zêde bû û gihîşt 77,50 dolaran.

Li gorî vê yekê, niha kîloyek zîv li bazarên cîhanî bi 2 hezar û 492 dolaran e.

Di dan û standinên paşerojê de onseke zîv gihîşt 76,89 dolaran.

Hefteya borî zîv neasayîbûneke zêde dît; roja çarşemê onseke zîv gihîşt zêdetirî 92 dolaran lê doh berê sibehê asta 66 dolarî dît.

Doh onseke zîv asta 78 dolar jî derbas kir lê nekarî wê astê biparêze.

Bi giştî di asta hefteyane de, zîv hefteya borî ji sedî 10 daket ku dike nêzîkî 10 dolarî.

Yek ji sedemên sereke yên vê neasayîbûnê, diyarkirina Kevin Warsh bû ji bo posta serokê paşerojê yê Banka Navendî ya Amerîkayê ku bi polîtîkayeke tund a neqdî tê naskirin.

Vê yekê wisa kir ku hilberîner bi lez dest bi firotina zîv û zêr bikin.

Pisporê bazara madenan ê saziya "Britannia" Neil Welsh got, "Ev herikîna tund a zîv nîşaneya wê yekê ye ku neqdîne di bazarê de kêm bûye û daxwaza Çîniyan a ji bo kirînê paş ve çûye.

Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya bêhnvedanên Çînê, bazar nezelal bimîne."