Aloziya Îran û Amerîkayê bandor li bihayê petrolê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bazarên cihanê petrol dîsa biha bû û bazaran deriyên xwe bi bihabûnê girt.

Dilgiraniyên li ser encamên civîna navbera Îran û Amerîkayê û îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê, roja îne bihayê petrolê bilind kir.

Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 50 sent zêde bû û bermîla wê bi 68 dolar û 5 sentan hat firotin.

Bihayê bermîla petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 26 sent zêde bû û bermîla wê bi 63 dolar û 55 sentan hat firotin.

Dema vekirina bazarên Asyayê, roja înê bihayê petrolê bi daketinê dest pê kiribû lê di dema girtina bazaran de saet 01:00ê vê sibehê, bihayê petrolê ji bo her bermîlekê nêzîkî dolarekî zêde bû.

Damezirînerê şirketa şêwirmendiyê ya "Again Capital" John Kilduff li ser vê mijarê got, "Meseleya Îranê û nêzîkbûna Îran û Amerîkayê yan jî dûrketina wan ji hev, bi awayekî tund bandor li ser bihayê petrolê kiriye."

Kilduff diyar kir ku rojekê tê gotin ku her du welat nêzîkî lihevkirinê bûne û rojekê jî dibêjin îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê heye, lewma bihayê petrolê yekser bertekê nîşanî wan nûçeyan dide.