Zêr li benda biryara Trump e

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja çaremîn e ku bihayê zêr tevgereke watedar nekiriye û zêr di xelekeke sînordar de tê kirîn û firotin.

Piştî vekirina bazarên Asyayê, îro bihayê zêr bi piranî aram maye û ons bi 4650 dolaran tê firotin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên tund li Îranê dixwe lê bazirganên zêr şansê agirbest û peymanê jî dûr nabînin.

Ji ber vê yekê, bazarên cîhanê li hêviya biryara dawî ya Trump in.

Bandora girtina Tengava Hurmizê

Li aliyekî din, girtina Tengava Hurmizê berdewam dike û ev yek bûye sedema biqîmetbûne dolar û ev yek jî zextê li ser bihayê zêr jî dike.

Zêr niha kêmtirî asta navînî ya 200 rojên borî tê kirîn û firotin.

Ev jî nîşana zexta zêde ya li ser bihayê vî madenê giranbiha ye.