Bihayê petrolê 102 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro nêzîkî dolarekî zêde bû.

Hilberîner û bazirgan li benda encama dan û standinên navbera Amerîka û Îranê ne.

Bermîla petrol brent bû 102 dolar

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur piştî vebûna bazarên Asyayê 78 sentan zêde bû.

Bermîla vê petrolê bi 102 dolar û 5 sentan tê kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 76 sentan zêde bû û bermîla wê bi 95 dolar û 84 sentan tê kirîn û firotin.

Erzanbûn

Bihayên petrola brent û petrola sivik a Teksasê roja çarşemê bi rêjeya ji sedî 7 daketibûn.

Ev daketin piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê ragihand ku îhtimala gihîştina peymaneke hetahetayî ya ji bo bidawîanîna şer heye.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê Nissan Securitiesê Hirozuki Kikukawa li ser vê mijarê axivî.

Hirozuki Kikukawa got, "Her çend tê pêşbînîkirin ku dan û standinên li ser bidawîkirina şerê Îranê heta hefteya bê jî bidomin lê ji wê pê ve tiştek ne diyar e."

Şîrovekar dibêje ku senaryoya herî bihêz ew e ku bihayê petrolê dê di asteke bilind de bimîne.

"Îran dixwaze bigihîje peymanekê"

Li aliyê din, berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Îranê ji medyaya navxweyî ya welatê xwe re gotiye ku Îran mijûlî nîqaşkirina pêşniyarên Amerîkayê ye.

Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihandiye ku li gorî dîtina wî Îran dixwaze bigihîje peymanekê.