Tumen hinekî bi qîmet bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar ê li beramberî tumenê Îranê daket.
Bihayê dolar ê ku doh bi qasî 3 hezar û 900 tumenî daketibû, îro jî 500 tumenan daket.
Niha dolarekî Amerîkî bi 178 hezar û 150 tumenan tê kirîn û firotin.
Bihayê herî bilind û herî kêm
Di nava 24 demjimêrên dawî de, bihayê herî bilind ê dolar 184 hezar tumen bû.
Bihayê herî kêm jî 174 hezar tumen bû.
Guherîna bihayê dolar
Li gorî vê yekê, di nava hefteyekê de bihayê dolar ê li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 0,28 daketiye.
Lê belê di nava 6 mehan de bihayê dolar bi rêjeya ji sedî 65,34 zêde bûye.