Lûtkeya G7ê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îro yekeşmî civîna lûtkeya grûpa G7 li Municha Almanyayê dest pê kir û dê heta du rojan bidome. Biryar e di civîna wê carê de, endamên G7ê behsa gefên serekî li ser aştî û aboriya cîhanê bikin.

 

Civîna grûpa G7ê îro li bajarê Municha Almanyayê dest pê kir. G7 anko 7 welatên mezin ên pîşesaz ên cîhanê ji welatên Amerîka, Almanya, Kanada, Birîtanya, Fransa, Îtalya û Japonê pêk tê. Berî wê civînê ew grûp bi G8 dihat naskirin, ji ber ku Rûsya jî tê de endam bû.

 

Ji ber kirîzên wê dawiyê di navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê de û bi taybet piştî kirîza Ukrayna û herêma Kirîmayê, endamtiya Rûsyayê di wê grûpê de hat betalkirin. Her heft endamên niha yê G7 rexneyên tund li siyasetên Rûsya li Ukraynê û herêma Kirîmayê digrin û daxwaz dikin Moskow pêdeçûnê bi siyasetên xwe bike.

 

Di wê civîna G7 de ku dê heyama du rojan berdewam be, çendîn dîplomatkarên cîhanê beşdar bin. Welatên endam di grûpa G7 de tenê li ser çend tiştên diyarkirî naxavin, lê belê dê li ser gelek tiştan mînak gefên sereke yên li ser aştiya cîhanî û xeterên li ser aboriya navdewletî gotûbêj bikin.

 

Hat ragihandin, welatên endam di wê grûpê de pilan danîne, ku ji bo civîna wê carê bi qasî 150 milyar dolar alîkarî kom bikin û ji bo mijarên civînê xerc bikin.

 

Dê di wê civîna xwe de, rayedarên pilebilind ên welatên endamê G7 derbarê çend mijarên girîng ên mînak guhertina hewayê de gotûbêjan bikin. Derbarê vê miajrê de Şêwirmendê Almanyayê Angela Merkel daxwaz kiriye, bi qasî 100 milyar dolar ji welatên ji nû pêşketî re bê komkirin da ku bikaribin rûbirûyê guhertinên hewayê bibin.

 

Herwiha welatên endam di G7 de dê derbarê geşekirina sîstematîkî, aboriya cîhanê û rêkeftina aboriya navbera Amerîka û Ewropayê de ku bi T Tip tê naskirin, bi hev re gotûbêj bikin.

 

Herwiha dê mijara terorê û gefên terorê di asta cîhanê de bê nirxandin. Hat ragihandin, rayedarên wan welatan dê bi berpirsên Nîgeriyayê re behsa rêxistina Boko Haram û bi berpirsên Iraqê re jî behsa rêxistina DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna wan bikin.


Herwiha ji bo hin mijarên di lûtkeyê de bên gotûbêjkirin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomarê Tunusê Bejî Caid, Serokê Nijerya Mihemed Buharî, Serokwezîrê Etiyopya Hailemariam Desalegn, Seroka Liberyayê Ellen Johnson Sirleaf,  Serokê Senegalê Macky Sall, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon, Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî Christine Lagarde û Serokê Banka Cihanî Jim Yong Kim hatin vexwendin.