Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Têkildarî petrola Kurdistanê şandeke Tirkiyê dê serdana Iraqê bike

07-06-2023
RÛDAW
Kêlgeha Petrolê ya Tawkê li parêzgeha Duhokê ku kompaniya DNO ya Norwejê li ser wê kêlgehê kar dike. Wêne: DNO
Kêlgeha Petrolê ya Tawkê li parêzgeha Duhokê ku kompaniya DNO ya Norwejê li ser wê kêlgehê kar dike. Wêne: DNO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ew 73 roj in bi sedema biryara Dadgeha Navdewletî ya Tehkîmê ya Parîsê, hinardekirina petrola Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye rawestandin. Wezîrê Petrolê yê Iraqê jî dibêje, ew ji bo hinardekirina petrolê amade ne, lê ew li benda bersiva Tirkiyê ne û di demeke nêzîk de şandeke Tirkiyê bi vê armancê dê serdana Iraqê bike.

Di hevpeyînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî ragihand, şandeke tirkiyê dê ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê serdana Iraqê bike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî got: “Ragirtina hinardeya petrolê li Herêmê û Kerkûkê berdewam nabe, danûstandin bi aliyê Tirkiyê re tê kirin bo destpêkirina hinardekirinê, bi piştevaniya xwedê di demek nêzîk de emê pêşwaziya şandeke Tirkî bikin bo yekalîkirina vê mijarê.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê behsa wan ziraran dike ku bi sedema ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gihîştiye Iraqê û kompaniyên petrolê û Herêma Kurdistanê bixwe.

Heyyan Ebdulxenî diyar kir: “Ez zirara ku gihaye wan kompaniyan, gihaye Iraqê jî dibînim, her roj nêzî 500 hezar bermîl zirar gihaye Iraqê.”

Ew demek e ku Iraq dibêje, daxwaz ji Tirkiyê kiriye hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, lê Tirkiye dibêje, boriya petrolê ji ber erdhejên 6ê Sibata îsal zirar dîtiye. Wezîrê Petrolê yê Iraqê li ser wê yekê dibêje, ew bawer nake ku tenê ev yek hinceta destpênekirina hinartina petrolê be.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî da zanîn: “Em ne bawer in ku ew sedema sereke be, dibe ku hin ziyan gihiştibe wan, lê ne ewqase ku careke din bikarxistina wê pêdivî bi wê dema zêde hebe, di gotûbêjên vê dawiyê de nûçeyên baş dane me, em pêşbînî dikin ku di demeke kurt a bê de dest bi hinardeyê bikin.”

Li gor lêkolîn û şopandinên Rûdawê, zirarên ragirtina petrola Kurdistanê di 73 rojên derbasbûyî de zêdeyî 2 milyar dolaran e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst