Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lîsteya milyarderan a Kompanya Rêveberiya Samanên Cîhanî ya Wealth-X 33 milyarderên dolarê Amerîkî li Stenbolê dijîn û Stenbol di vê rêzbendiyê de di rêza 13emîn de ye.
Kompanya Rêveberiya Samanên Cîhanî ya Wealth-X lîsteya 2022an a wan bajarên ku milyarderên dolarê Amerîkî yên cîhanê lê dijîn belav kir. Li gor wê lîsteyê ji sedî 30ê milyaderên dolar ên cîhanê li bajaran dijîn. Stenbol bi 33 milyarderên dolar di rêza 33emîn de ye.
Bajarê ku herî zêde milayarderên dolar li ser asta cîhanê lê dijîn bi 136 kesan New York e. Piştî New Yorkê, Hong Kong bi 112 milyarderan di rêza duyem de, San Fransisco bi 84 milyarderan di rêza sêyem de, Moskow bi 76 milyarderan di rêza çaremîn de û London jî bi 75 milyarderan di vê rêzbendiyê de di rêza pêncemîn de cih digire.
Li gor Wealth-Xê dewlemend di 3 kategorîyên cuda de tên polênkirin. Kesê ku yek milyon dolar hebe wek milyoner, kesên zêdeyî 30 milyon dolar samanê wan hebe wek kesê “xwedî samanê ultra bilind ê diyar” tên binavkirin. Kesên 1 milyar dolar û zêdetir samanên wan heye jî wek milyarder tên binavkirin.
Li gor rapora saziya navborî hejmara milyarderan îsal li gor sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 3.5 li seranserî cîhanî kêm bûye.
Sedema sereke ya vê yekê jî bi şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê, enflasyona bilind a piştî wî şerî û aloziyên di navbera Çîn û Amerîkayê tê girêdan.
