Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Banka Navendî ya Kurdistanê, Edhem Kerîm ragihand ku nêzîk 31 ton zêrê yedek li Banka Navendî ya Iraqê heye, li gor yasayê ji sedî 17 ji wê qasê ji pişka Herêma Kurdistanê ye.
Edhem Kerîm di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ji sedî 17 ye, ev yek zêr jî li xwe vedigire.
Kerîm da zanîn ku desthilata helgirtina zêr di dest Herêma Kurdistanê de nîne, lê pişka Kurdistanê ji zêrê yedek yê li Iraqê heye, ku li gor pişka wê ji budceya giştî tê hisab kirin.
Li gor ku Serokê Banka Navendî ya Kurdistanê aşkere kiriye “Yedekê Iraqê ji zêr nêzîk 31 tone, Herêma Kurdistanê jî xwedan pişka xwe ye ji hem yedekê Banka Navendî ya Iraqê ku dike ji sedî 17.”
Li gor daxuyaniya Edhem Kerîm, niha nêzîk 5.27 ton zêrê yedek ê Herêma Kurdistanê heye.
Tevî ku heta niha yedekê zêr li cem Herêma Kurdistanê nîne, lê Serokê Banka Navendî ya Kurdistanê da zanîn ku “Ez dikarin bibêjim 100 ton zêr li Herêma Kurdistanê heye, nêzîk 25-30 ton li nav bazarê ye û bazirganî pê tê kirin û ew qasê mayî di malan de helgirtiye yan jî di dest û stûyê jinan de ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse