Dolarekî Amerîkî gihîşt 40 lîreyên Tirkî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara Stenbolê bihayê lîreyê Tirkî li hemberî pereyên biyanî daket û dolarekî Amerîkî bi 40 lîreyan tê firotin.

Li gel bipêşveçûnên siyasî yên li Tirkiye û cîhanê û nearamiya bazara cîhanê daketina bihayê lîreyê Tirkî jî berdewam dike.

Îro li bazara Stenbolê dolarekî Amerîkî gihîşt 40 lîreyan ku doh bi 39,9 lîreyan bû û euro jî bi 46,98 lîreyên Tirkî tê firotin.

Herî dawî 19ê Adarê dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatibû desteserkirin, dolarekî Amerîkî derketibû 41,64 lîreyan lê piştre dîsa daketibû asta 39,50 lîreyan.

Her wiha Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê meha borî biryara xwe ya faîzê neguherand û faîz di rêjeya ji sedî 46 de hişt.

Hat ragihandin ku Bankaya Navendî dê 24ê vê mehê biryara xwe ya nû ya li ser faîzê eşkere bike.