Kurdistan û Îranê li ser navdewletîkirina deriyê Kêlê li hev kirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îran û Herêma Kurdistanê li ser aktîfkirin û navdewletîkirina deriyê sînorî yê Kêlê li hev kirin û rêkeftinek îmze kirin.

Duh şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Rêbaz Heman li deriyê sînorî yê Kêlê, ku dikeve navbera bajarokê Qeladizê yê Başûr û bajarê Serdeştê yê Rojhilat, bi şandeke eyaleta Ormiyê bi serokatiya waliyê Ormiyê Qurban Elî Seadet re hevdîtin kir.

Di wê civînê de li ser arîşe û astengên aktîfkirin û navdewletîkirina deriyê Kêlê hat axaftin û di dawiyê de her du aliyan rêkeftinek îmze kirin ku ji 11 xalan pêk tê.

Li gorî hinek xalên rêkeftinê, jêrxan û rêya navbera deriyê Kêlê û bajarokê Qeladizê dê ji aliyê şîrketên îranî ve were çêkirin û nûkirin.

Piştî du hefteyên din her du alî dê dîsa li hev rûnên û li ser çawaniya bicîhanîna wê rêkeftinê gotûbêj bikin…

Heta niha gellek caran rayedarên Kurdistanê û Îranê li ser deriyê Kêlê civiyane lê heta niha ti sûda wan hevdîtinan ji bo deriyê Kêlê nebûye…