Goldman Sachs: Onsa zêr dê heta dawiya sala pêşiya me bibe 4900 dolar
Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr rekoreke nû tomar kir û asta 3975 dolaran derbas kir.
Ne zelaliya derbarê girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê û îhtimala kêmkirina zêdetir a rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya wî welatî ve bihayê zêr bilind kiriye.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî gihiştiye 3997 dolaran.
Li gel vê bilindbûnê, Banka Goldman Sachsê pêşbîniyên xwe yên ji bo dawiya sala pêşiya me bilind kirin û ragihand ku onsa zêr dê bigihîje 4900 dolaran.
Goldman Sachsê berê pêşbînî kiribû ku Kanûna Pêşîn a sala pêşiya me bihayê zêr dê bigihe 4300 dolarî.