Bermîlek petrola brent bi nêzîkî 65 dolaran tê firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi piranî stabîl ma û piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 11 sentan bilind bû û gihişt 65 dolar û 48 sentan.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê neguherî û bi 61 dolar û 69 sentan hat firotin.
Ji aliyekî ve kêmbûna daxwazê zextê li ser bihayê petrolê dike lê ji aliyê din ve biryara dawî ya “OPEC+”ê ya ji bo zêdekirina hilberînê bandorê li bihayê petrolê dike.
Daniel Hynesê ji Banka ANZê ya Zelandaya Nû û Awistralyayê derbarê mijarê ragihand
"Piyase li bendê bû ku OPEC+ hilberînê zêdetir bike.
Ew biryar îşaretekê dide bazirganan ku dibe ku bazara petrolê di çend mehên pêşiya me de ber bi hevsengiyê ve here û hilberîn dê ji daxwazê zêdetir nebe."
Bazirganên petrolê li bendê bûn ku hilberînerên “OPEC+”ê nêzîkî 500 hezar bermîlên din derxin piyaseyê lê wan biryar da ku tenê 137 hezar bermîlan zêde bikin.