Parêzgarê Kerkûkê: Kerkûk nikare rojane 300 hezar bermîl neft bide

07-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw) - Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyarkir, ji ber ku boriyên xeta neftê ya ku ji Herêma Kurdistanê derbas dibin, xisar ditîne rojê 300 hezar bermîl neft nikare were hinartin. 

Parêzgarê Kerkûkê Kerîm ji AAyê re daxuyand ku hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser hinartina neftê li hev kirin û wiha axivî: 

"Biryar hat dayîn ku ji meha Çileya sala 2015an ve rojê 300 hezar bermîl neft dê bê şandin. Lê ji Kerkûkê rojê 300 hezar bermîl nikare bê hinartin. Lewra xeta ku di bin kontrola Şîrketa Neftê ya Bakur de ye, xisar dîtiye û divê bi awayekî berfireh bê temîrkirin. Şîrketa Neftê ya Bakur beriya êrişên DAIŞê jî ji xwe nikaribû 300 hezar bermîl neft bişanda."

Necmedîn Kerîm daxuyand ku bûdceya 2015an divê bilez pêşkeşî parlementoyê bibe û ji serê her bermîlê 5 dolar jî para Kerkûkê bê dayîn.

Parêzgarê Kerkûkê got ku piştî êrişên DAIŞê ji ber ku neft nikaribû bihata şandin û nirxa neftê kêm bû ji ber wê jî di bûdceya Iraqê de kêmasî çêbû. Kerîm wiha axivî: 

"Hinartina neftê bi rêya bendera Ceyhanê re ji bo hemû Iraqê pir girîng e. Ji Kurdistanê 250 hezar û ji Kerkûkê jî 300 hezar bermîl dê bûdceyê zêde bike. Ev jî tê wê wateyê ku para Kerkûkê ji bûdceyê dê zede bibe. 500 hezarî zêdetir mirov bi peymanê ve dixebitin û ji vî karî debara xwe dikin. Em naxwazin deriyê wan ê ku ji bo nanê xwe dixebitin, bê girtin."

Kerîm da zanîn ku Şîrketa Gazê ya Bakur, Santrala Elektirîkê ya Mela Evdila û bîrên neftê di bin tehdîda DAIŞê de ne û wiha axivî: "Di navbera DAIŞê û van herêman de bi tenê çend kîlometr heye. Di nav du hefteyan de nêzîkî wan deran pevçûn çêbûn, lê pêşmergeyan ev herêm parastin û diparêzin. Hêzên koalîsyonê jî ji hewayê alîkariyê didin."

Encumena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya 2ê Kanûna îsal de daxuyandibû ku hikûmeta  Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser neftê li hev kirine. Di daxuyaniyê wiha hatibû gotin: 

"Neft ya hemû iraqiyan e. Herêma Kurdistana Iraqê dê rojê 250 hezar bermîl neftê bide hikûmeta Iraqê. Rojê 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê jî dê ji xeta Herêma Kurdistanê bê hinartin. Ji bûdceya ku ji bo artêşa Iraqê hatiye veqetandin dê para pêşmergeyan jî bê dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst