Pereyên petro-dolarê proje zindî kirin

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberiya parêzgeha Kerkûkê bi pereyên bûdceya petro-dolarê, 100 projeyên xizmetguzariyê cîbicî dike.

 

Li gorî rêkeftina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Kerkûkê de, hikûmet her meh 10 milyon dolaran ji pereyê petrolê dide parêzgehê. Rêveberiya parêzgehê jî bi vê bûdceyê, projeyên xizmetguzariyê pêk tîne.

 

Vê pêngava rêveberiya parêzgehê, dilê hemwelatiyan jî xweş kiriye. Ji ber ku beşekî mezin ê taxên Kerkûkê li hêviya xizmetguzariyan in.

 

Sekreterê Parêzgarê Kerkûkê Elî Humadî ji Rûdawê re ragihand; “Bûdceya Kerkûkê ya sala 2016ê weke 200 milyar dînar hatibû diyarkirin. Lê ev tenê li ser reqeman ma û Bexdayê ti tiştek neşand.”

 

Humadî herwiha got; “Ji sala 2013ê ve piraniya şîrket û kasazan ji ber nebûna pere, kar û preojeyên xwe dabûne sekinandin. Lê piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh pereyê petro-dolarê dişîne, me karî em dest bi kar bikin.”

 

Hikûmeta Iraqê zêdetirî trilyonek û 400 milyon dînar deyndarê parêzgeha Kerkûkê ye. Piştî ku Bexdayê ev deynên xwe neda, 430 projeyên li bajêr hatine sekinandin û ji ber vê yekê gelek kes jî bê kar man.